Geylanî: ‘Werin Kurdistan û Roboskî bibînin’

Geylanî: ‘Werin Kurdistan û Roboskî bibînin’

Aktîvîsta aştiyê û hawîrdorparêz Meral Geylanî piştî Komkujiya Roboskî di nav kesên ji bo qetlîam were ronîkirin ketin nav hewldanan de bi awayekî aktîf cihê girt û niha li gundê Roboskî jiyana xwe berdewam dike. Geylanî, bi wesîleya 25’emîn Komkujiya Helepçe hat bajarê Helepçeyê, der barê Komkujiya Helepçe û Roboskî de nêrînên xwe û di heman demê de êş, xemgînî legerîn û hestên dayikên Roboskî anîn ziman. Weke jinekê der barê rol û mîsyona jinan a ji bo vê pêvajoyê jî nirxandinên xwe bi me re parve kir.

SER KOMKUJIYAN DIGIRIN

Aktîvîsta Aştiyê û Hawîrdorparêz Meral Geylanî di destpêka axaftina xwe de got ku beriya bê Helepçeyê bi dayikên Roboskiyê re çûne Silopiya û li wir der barê rapora Komkujiya Roboskî de ku ji aliye komîsyonê ve hatiye amadekirin nerazîbûnên xwe nîşan dane. Û axaftina wiha berdewam kir: “Dayikên Roboskî cilên reş li xwe dikin. Wêneyên zarokên wan di destê wan de ne. Dema ez hatim Helepçe jî, hin dayik, bi heman rengî cilên reş li ser wan bûn û wêneyên zarokên wan di destê wan de bûn. Piştî 25 salan jî li edaletê digeriyan. Hêzên serwer tu carî naxwazin qetlîam ronî bibin.”

Geylanî, der barê dayikan de jî nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Dayikên Aştiyê hene, her wiha Dayikên Şemiyê hene, bi salan li aqûbeta zarokên xwe digerin, aştiyê dixwazin. Peyam û çalakiyên dayikan bi hêz in. Dayik naxwazin êdî xwîn birije. Şer naxwazin. Şer di heman demê de xwezayê û sewalan jî qetil dike.”

Meral Geylanî, ku saleke li gundê Roboskî dijî di vê der barê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ev saleke ez li Roboskî dijîm. Êş û jana dayikan min bi çavên xwe dîtin. Bêguman pêwîst e, bi her awayî em xwe bigihînin tevayî gelên Tirkiyeyê. Ji ber ku medya gelek tiştan berevajî nîşan dide. Gundiyên Roboskiyê tevî Komkujiya ku jiyan jî dema leşkeran nêzî gund qeza derbas kirin tavilê çûn alîkariya wan.”

‘JINÊN KURD CUDA NE’

Geylanî di lêgerîna azadiya jinê de dest nîşan dike ku jinên Kurd cuda ne û axaftina xwe wiha berdewam dike: “Di navbera jinên Kurdistan û yên Tirkiyeyê ferqek mezin heye. Jinên ciwan di têkoşîna rizgariya jinê de bi awayekî aktîf pêşengiyê dikin. Jinên Kurdistan di her qada jiyanê de de hene. Û di daxwaza aştiyê de ne tenê jin; ciwan, zilam, pîr û kal her mirova/ê Kurd aştiyê dixwaze.”

Beriya Komkujiya Roboskî ez nizanim, min wir jîyan ne kiriye, lê ez li Kurdistanê tetwanê mame, lê min

dayikên roboskî hin zêdetir politik dîtin. Derdê xwe dayina gotin, xwestekên xwe, edalet cihê dîtin.

Meral Geylanî der barê pêvajoya nû de jî nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Eger faîlên Komkujiya Roboskî neyên dîtin û Qetlîam neyê ronîkirin, ne mimkun e aştî pêk were. Di Komkujiya Roboskiyê de zarok û ciwan hatin qetilkirin û birînên dayikan hîn nû ne. Divê edalet were cih û ev qetlîam were ronîkirin.”

 ‘DIVÊ DAYIKÊN KURD Û TIRK MIL BIDIN MILÊ HEV’

Geylanî axaftina xwe wiha berdewam dike: “Dayikên Kurd şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Dayikên Kurd naxwazin ne gerilla û ne jî leşker jiyana xwe ji dest bidin. Di vê mijarê de divê dayikên Tirk jî denge xwe bilind bikin. Em bi salan e, li ser heman xakan dijîn. Pêwîst e, wek dayikên Kurd û Tirk em dest bidin hevdu. Ez bang li mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn dikim. Werin Kurdistan û Roboskiyê bibînin. Êş û janên ku tên jiyan bi çavên xwe bibînin û bi vî awayî hûn ê hîn baştir gelê Kurd fêm bikin.”