Gezîcî: Li hember HDK’ê û pêvajoya aştiyê êrîş pêk hat

Gezîcî: Li hember HDK’ê û pêvajoya aştiyê êrîş pêk hat

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li Qersê xwarina piştevaniyê da. Berdevkê demî yê HDK'ê Ayhan Gezîcî diyar kir ku, li Sînop û Samsûnê provokasyonên bi organîze pêk hatine û wiha got: "Li hember HDK'ê û pêvajoya aştiyê êrîş pêk hat. Em li vir kesên êrîş pêk anîn û xwestin provokasyonan derxin şermezar dikin. Em dibêjin em destûrê nadin faşîzmê."

Ji aliyê meclisa bajar ya HDK'ê ya Qersê li Mala Mamosteyan ya Qersê xwarin hat dayîn. Hevserokên BDP'a Qersê Nuriye Erkmen û Şerafettîn Îldîrîm, serokê BDP'a navçeya navendî Kemal Alkan, nûnerên KESK; DÎSK, berdevkê demî yê HDK'ê Ayhan Gezîcî û gelek kes tevlî xwarinê bûn. Endamê HDK'ê Ekrem Savci di xwarinê de axaftinek kir û anî ziman ku, HDK li Tirkiyeyê xwe wekî alternatîfê îxtîdarê bi rêxistin dike û wiha got: "Em ne tenê ji bo muxalefetê, her wiha ji bo pêşerojeke bi hev re biafirînin tên ligel hev. Em ji AKP, CHP û partiyên pergalê cudatir nêzî çareseriyên pirsgirêkan dibin. Gel di nav rêveberiyekî de gel cih negire ew rêveberî demokratîk nîne û nikare pirsgirêkên gel çareser bike."

Berdevkê demî yê HDK'ê Ayhan Gezîcî diyar kir ku, kapîtalîzmê di nav civakê de nexweşiyên mezin afirandiye û wiha got: "Kapîtalîzm û dagirkeriyê cîhana me vegurandiye gurzek agir. Her roj gelek mirov dimirin. Piraniya kesên dimirin, ji ber birçîbûnê ye.Gezîcî diyar kir ku, li Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê ji bo şer butçe tên veqetandin û wiha got: "Li welatê me û li gelek welatên cîhanê ji bo şer butçe tên veqetandin lê bi milyonan mirov rojê bi 2 dolaran debara xwe dikin. Ev rûyê herî rasteqîn yê kapîtalîzmê ye. Divê li hember vê rêxistinbûyîn hebe. Bi rêxistinbûyînên wekî HDK'ê ve, dikarin kapîtalîzm û dagirkeriyê hilweşînin.

Gezîcî diyar kir ku, li Sînop û Samsûnê provokasyonên bi organîze pêk hatine û wiha got: "Li hember HDK'ê û pêvajoya aştiyê êrîş pêk hat. Em li vir kesên êrîş pêk anîn û xwestin provokasyonan derxin şermezar dikin. Em dibêjin em destûrê nadin faşîzmê." Piştî axaftin muzîk hat guhdarkirin.