Giliyê êrîşa li dijî goristana gerîla hat kirin

Giliyê êrîşa li dijî goristana gerîla hat kirin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji bo kesên êrîş birin ser goristana gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ya li çiyayê Bagokê bên darizandin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. 

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, têkildarî texrîbkirina "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" li çiyayê Bagokê li ser esasê xala 130'emîn a TCK'ê ya "Heqareta li hemberî bîranîna şexs" ji bo radestî Dozgeriya Nisêbînê bê kirin daxwaznameya gilîkirinê da Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Di gilîyê ku ji aliyê Baroyê ve hat kirin de hate xwestin ku di 4'ê Îlona 2013'an de ya texrîbkirina goristana zêdeyî 40 gerîlayên HPG'ê ya li devera Bendere ya çiyayê Bagokê Nisêbînê û ji wê goristanê derxistina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ûgûrlar bê tespîtkirin û kiryar bên cezakirin. 

Di daxwaznameya gilîkirinê de ev xusûs tên bibîranîn: "Di benda yekemîn a xala 130'emîn de 'Heqareta li hemberî bîranîna şexs' a Qanûna Ceza ya Tirk de 'Li hemberî kesekî ku piştî jiyana xwe ji dest dabe eger kesek herî kêm bi kesan re heqaret kiribe, ji 3 mehan heta 2 salan heps û an jî bi pereyan tê cezakirin. Eger heqaret bi awayekî aşkera hatibe kirin, ceza ji şeşan yek zêdetir dibe.' Dîsa di benda 2 ya heman xalê de tê gotin, 'Kesê ku qismek an jî bi tevayî cenaze bigire, li hemberî cenaze yan jî hestiyan kiryarên rûmetşikandin û biçûkxistinê bike ji 3 mehan heta 2 salan tê cezakirin. Gor û cenazeyê kesê miriye, bêyî ferqa ol, çand, siyaset û baweriya wî ya felsefî bê kirin di berpirsiyarî û ewlekariya dewletê de ye." 

Di daxwaznameya gilîkirinê de ev xusûs tên diyarkirin: "Îdîaya ku tê gotin kesên pêwîst e goristan û cenazeyan biparêzin ev pêkutî pêk anîne wijdanê raya giştî bi awayekî zêde birîndar dike. Ev çalakiyeke wiha ye ku aştiya civakî tehdît dike û zerarê dide pêvajoya heyî. Ji ber sedemên ku me li jor nîşandan bi qebûlkirina vê daxwaznameya gilîkirinê re em dixwazin kesên ev bûyer pêk anîne bên tespîtkirin û werin cezakirin."