Girseya çû sersaxiya gerîla Sengîl rastî êrîşa polîsan hat
Girseya çû sersaxiya gerîla Sengîl rastî êrîşa polîsan hat
Girseya çû sersaxiya gerîla Sengîl rastî êrîşa polîsan hat
Li navçeya Silopiyê
ya Şirnexê bi hezaran kesên ku bi meşê çûn mala sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG'ê
Egîd Şengîl, rastî êrîşa polîsan a ava şid û bombeyên gazê hatin. Piştî
mudaxaleyê di navbera girsê û polîsan de pevçûn dest pê kirin.
7'e çile, li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gerîlayên HPG'ê
jiyana xwe ji dest dabû. Gerîlayê HPG'ê Agit Şengil (Ahmet Cûdî) jî di nava 14
hevalên xwe de jiyana xwe ji dest dabû.
Malbata gerîla Şengîl piştî duh çûn cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin li navçeya Sîlopiye ji aliyê 10 hezaran kesan ve spartin axê. Îro bi hezaran kesên li hev kom bûn, xwestin bi meşê biçin mala sersaxiyê ya ji bo Agît Şengil vebûye ziyaret bikin.
Girseya ku dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hat. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê kom bû û dest bi meşê kir rastî êrîşê hatin. Pişti polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir, di navbera girsê û polîsan de şer derket û her der bû qada şer. Ji ber ku polîsan zêde bombeyên gazê pêk anî, her der bû qada şer.