Girtî ji bo Rojava dikevin grêva birçîbûnê
Girtî ji bo Rojava dikevin grêva birçîbûnê
Girtî ji bo Rojava dikevin grêva birçîbûnê
Li Amedê, girtiyên ji doza PKK'ê, bi armanca şermezarkirina nêzîkatiyên dewleta Tirk li gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê û protestokirina girtina deriyên sînor ên di bin kontrola PDK'ê de, di 20-21'ê Tebaxê de ji bo 2 rojan çalakiya grêva birçîbûnê lidar dixin.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe der heqê berxwedan û komkujiya li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de girtiyan destnîşan kir ku şoreşa wan a li Rojava, nîşaneya herî berçav a pêşengiya şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn e. Girtiyan bal kişandin ser tiraqa qirêj a hêzên paşverû û neteperest, olperest ên li Rojhilata Navîn a li dijî gelê Kurd û diyar kirin ku ev tifaqa qirêj bi komkujiyên hovane, êrîş û komployan dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne.
Girtyan destnîşankirink u bi berxwedana lehengî ya PYD û YPG'ê, ev êrîş hatine pûçkirin û Rojava bi vê sekna xwe nîşan daye ku pêşengiya şoreşa demokratîk a Rojhilat Navîn dike.
Di daxuyaniya girtiyan de, piştgiriya Tirkiyê ya ji bo çeteyên El Nûsra ku jin zarok, kal, pîr bi awayekî kovane dikuje, bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin, "Girtina deriyên sînor ên ji aliyê PDK'ê ve, ne li gorî polîtîkayên yekitî û helwesta netewî ne." Girtiyan ev helwesta PDK'ê bi tundî şermezar kirin.
Girtiyên ji doza PKK'ê bi armanca şermezarkirina êrîş û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê dan xuyakirin ku ewê di 20-21'ê Tebaxê de ji bo du rojan grêva birçîbûnê pêk bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de girtiyan bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrat û şoreşger ên Tirkiyê kirin ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin.