Girtîgehê dozger nas nekir û destûr neda hevdîtina malbatê

Girtîgehê dozger nas nekir û destûr neda hevdîtina malbatê

Hemwelatiyê Kurd Mehmet Akpolat ji bo hevdîtina birayê xwe destûr ji dozger girt û çû Girtîgeha Tîba L ya Kalkandereya Rîze, lê ligel destûra dozger, rayedarên girtîgehê nehişt ku Mehmet Akpolat birayê xwe yê girtî Mahîr Akpolat bibîne.

Mehmet Akpolat ji bo biçe hevditina birayê xwe Mahir Akpolat yê ku 19 salin girtî ye, destûr ji Dozgeriya Komarê ya Kalkandere girt. Dozger piştî destûr da, Mehmet Akpolat çû Girtîgeha Tîba L ya Kalkandere ya Rîzeyê. Lê rayedarên girtigehê destûr nedan ku Akpolat birayê xwe Mahîr Akpolat ku 19 salin girtî ye û 7 caran sirgûn bûye bibîne. Akpolat herî dawî salek berê ji girtîgeha Mûşê sirgûnî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê hatibû kirin. Mehmet Akpolat di 20'ê Îlonê de serî li dozgeriya Komarê ya Kalkandere da û destûra ku birayêx we bibîne girt. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta "Roja hevdîtinê heye. Here wê rojê were" û destûr neda ku hevdînê bike.
'EZ JI REWŞA BIRAYÊ XWE BI FIKARIM'
Akpolat, bertek nîşanî vê helwesta rayedarên girtîgehê da û anî ziman ku, rayedarên girtîgehê li gorî xwe zagon û pîvanan datîne û mafê wan ê hevdîtinê binpê dike. Akpolat, anî ziman ku ew bi telefonê geriya û rayedaran got di 20'ê Îlonê de hevdîtin heye û dikare bê û wiha got: "Lê dema ez çûm ji min re got îro ne roja hevdîtinê ye û destûr nedan ku ez biçim hevdîtinê. Li gel ku destûra dozger hebû jî rayedarên girtîgehê destûr neda. Ez ji Mûşê heta Kalkandereyê çûm hevdîtinê. Lê li gel ew qas rê dîsa dêstûr nedan ku ez birayê xwe bibînim. Mafê min hat binpê kirin. Rêveberiya girtîgehê xwest ez destûrê ji dozger bigirim. Lê li gel ku min destûr girt jî vê carê destûr nedan hevditinê. Saetek hevditinê ji bo me pir zêde dibînin. "
Mehmet Akpolat ani zîman ku têkildarî mijarê serî li dozger da û gilî kir. Akpolat ji her kesî xwest li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û serlêdana sûc bikin.