Girtiyê ku rapora wî a berdanê ne hat pejirandin dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyê ku rapora wî a berdanê ne hat pejirandin dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyê bi navê Huseyîn Aslan yê li Girtîgeha Meletiyê dimîne, ji ber ku serdana wî ya ji bo serbest bê berdan li gel rapora "Li cihê girtî nikare bimine" nehat qebulkirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. 

Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê girtiyê bi navê Huseyin Aslan der barê rewşa xwe û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Amedê re şand. Aslan, anî ziman ku ew nexweşe û rapora wî ya "Nikare di cihê girtî de bimîne" heye. Aslan, da zanîn ku 3 salin li Girtîgeha Meletiyê girtî ye û ji bo serbest bê berdan seri Wezareta Dadê û Dozgeriya Komarê ya Meletiyê daye. Aslan, destnîşan kir ku ji ber serdana wî bê encam maye ji bo vê rewşê şermezar bike dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem dike. Aslan, ji ÎHD'ê xwest ku sedem û çalakiya wî ji heyeta CPT'ê û Parlamentoya Ewropayê re ji ragihînin. 

Navê Aslan di raporên ÎHD'ê yên girtî de jî derbas nabe.