Girtiyê nexweş Abî li benda tehliyeyê ye

Girtiyê nexweş Abî li benda tehliyeyê ye

Emrah Abî piştî bûyera li navenda Wanê pêk hat û gêrîlayê HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) jiyana xwe ji dest da, bi 3 kesên din re hate girtin. Emrah Abî ligel nexweşiya dil û rapora ji sedî 50 ya kar nabîne nayê tehliyekirin.

Li Wanê di 27'ê tîrmeha 2012'an de li taxa Valî Mîthat Bey tîmên taybet û polîsan di ser malekê de girtibû û di serdegirtinê de gêrîlayê HPG'ê Hayaytî Olmez (Munzur Çelê) jiyana xwe ji dest dabû û têkildarî bûyerê Adîl Pala, Harun Pala, Emrah Abî û gêrîlayê HPG'ê Mehmet Cîn jî hatibûn binçavkirin û hatibûn girtin. Rûniştina doza di derbarê 4 kesên bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" di 12'ê sibatê de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate dîtin. Ji 4 kesan Emrah Abî ligel raporên nexweşê dil nehate tahliyekirin. Abî ligel rapora ji sedî 50 kar nabîne ji Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê girtî jî heyeta dadgehê li ber çavan negirt û nehate tahilyekirin.

Hate ragihandin ku, Abî ji ber li qada girtî tê girtin her tim dilê diperçive rakirin nexweşxaneyê. Mehmet Abî diyar kir ku, birayê wî heyîvê herî kêm 2 caran radikin nexweşxaneyê û rewşa bîrayê wî girane û divê bê tehliyekirin. Abî anî ziman ku, herî dawî hefteya borî bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî û birayê wî di meşê de jî pirsgirêkan dijî. Abî da zanîn ku, heke tiştek bi serê bîrayê wî bê berpirsyarên vê yekê rayedar in.

Abî bilêv kir ku, hefteyek berî birayê wî bê girtin randewû girtibû û dê çûba Enqere û ameliyat biba û wiha axivî: "Birayê min nexweşe. Berê ameliyata dil derbaz kir. Lê baş nebû. Niha jî nexweşiya wî her diçe giran dibe. Ji ber ku di qada girtî de tê girtin her diçe dilê wî diperçive. Ji ber ku her tim nexweş e dibin nexweşaneyê û tînin. Lê heta niha tu çareserî pêk nehat. Hefteya borî ji bo raporê bigire sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hate kirin. Lê em nizanin raporekî çawa hate dayîn. Daxwaza me ewe ku hêj nexweşiya birayê me girantir nebûyî bê tehliyekirin."