Girtiyê nexweş Tugrul hat tehliyekirin

Girtiyê nexweş Tugrul hat tehliyekirin

Girtiyê nexweş Salih Tugrul ê ev demeke dirêj e ÎHD di nav hewldanan de ye ku bê tehliyekirin, herî dawî hat tehliyekirin.

Girtiyê nexweş Salih Tugrul ê 58 salî û felc e, herî dawî hate tehliyekirin. Parêzerên ÎHD’ê ji bo tehliyekirina Tugrul ev du sal in di nava hewldanan de ne.

Girtiyê nexweş Salih Tugrul (58) 16 sal in di girtîgehê de ye. Tugrul di sala 2007’an de du caran krîza dil derbas kir û bi kismî felc bibû. Tugrul ê di 29’ê Kanûna 2012’an de li girtîgehê ji ser hişê çûbû, tevahî refleks û hafizaya xwe winda kiribû.

Ji bo Tugrul ê ku nikarîbû bi tena xwe ti pêdiviyeke xwe bîne cih Saziya Tipa Edlî di rapora xwe ya herî dawî de gotibû; “Nikare di girtîgehê de bimîne.” Midûriyeta polîsan a Mersîn ku di rapora xwe ya yekemîn de ji bo Tugrul gotibû, “Ji bo ewlekariya civakê bi talûke ye” di rapora xwe  ya duyemîn de gotibû, “Ne bi talûke ye.”

Piştî van raporan Tugrul duh ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat tehliyekirin.