Girtiyê nexweşiya penceşêrê lê ye nayê derman kirin
Girtiyê nexweşiya penceşêrê lê ye nayê derman kirin
Girtiyê nexweşiya penceşêrê lê ye nayê derman kirin
Girtiyê siyasî ê binavê Henefî Kuzu ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê nexweşiya penceşêrê lê ye û li rexmî 3 hezar TL pereyê Tirkan razand jî 4 mehe li bendêye rêkin nexweşxaneyê. Birayê Henefî Kuzu Eşref Kuzu anî ziman ku, birayê wî ji bo vê rewşê şermezar bike ji 11’ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Girtiyê siyasî Henefî Kuzu ku di sala 2005'an de hat girtin û rastî cezayê muebetê hat, li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket. Kuzu ji ber şaş dermankirinê di mîdeya wî de nexweşiya penceşêrê çêbû. Kuzu piştî li girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ket, rewşa wî roj bi roj giran dibe û tenduristiya wî dikeve xeterê. Birayê Henefî Kuzu Eşref Kuzu fikarên xwe yên têkildarî birayên xwe ji DÎHA’yê re anî ziman û wiha got: "Birayê min ji bo dermankirin û piştgiriya malbatê bigire divê sewqî Amedê bê kirin. Me heta niha bi dehan caran serî li Wezareta Dadê da. Lê serlêdanên me bê encam man."
Kuzu bilêv kir ku, wan herî dawî dîsa serî li Wezareta Dadê ya Tirk da û ji bo lêçûn û mesrefên sewqê 3 hezar TL da dewletê. Eşref Kuzu destnîşan kir ku, li gel wan ev pere razand jî 4 mehin birayê wî hêj sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê nehatiye kirin û got: "Ji ber nexweşiya xwe birayê min rapora 'Nikare li girtîgehê bimîne' girtiye. Birayê min li gel vê raporê dîsa li girtîgehê tê hiştin."
LI ŞÛNA YEK DIRAN 10 DIRAN KIŞANDIN
Kuzu da zanîn ku, birayê wî berê jî ji ber doza siyasî di sala 1993'an de hat binçavkirin û girtin û 10 salan girtî ma. Kuzu aşkera kir ku, dema birayê wî li Girtîgeha Tîpa F a Kocaelî dima, ji ber êşa diranê wî ew sewqî Hekîmê Diranan ê Zaningeha Kocaeliyê hatibû kirin û wiha got: "Hekîmê diranan li wir li gel diranekî 10 diranên birayê min kişandibûn. Dema birayê min dîsa ji bo kontrolê çû nexweşxaneyê Cîgirê Dekanê Fakulteya Hekîmiya Diranan a Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Doç. Dr. Ulkem Cilasun bertek nişanî birayê min da û got; 'Hem li dijî dewletê derkeve û hem jî dibêjE bila dewlet diranê min çêke' Ji ber vê yekê rapor neda birayê min. Birayê min ji bo vê rewşê şermezar bike mehekê ket gireva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger. Li ser astengiya hevalên xwe dest ji gireva birçîbûnê berda. Piştre girtîgehê diyar kiribû ku dê li hemberî 2 hezar TL diranên wî çêke.
Kuzu diyar kir ku, ji ber birayê wî rastî neheqî û binpêkirina mafan tê ji 11'ê Îlonê ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
Kuzu xwest bi lezgîn sewqa birayê wî ya Girtîgeha Tîpa D a Amedê bê kirin.