Girtiyên fîrar kirin li Edliyeya Çewlikê ne

Girtiyên fîrar kirin li Edliyeya Çewlikê ne

Piştî ku hemû têkiliyên derve bi girtiyên fîrar ên Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê hatin qutkirin, hate hînbûn ku anîne Edliyeya Çewlikê.

Piştî 18 gerîlayên PKK’ê şeva 24-25’ê Îlonê ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê tunel kûlan û fîrar kirin, parêzeran daxwaza hevdîtina bi muwekîlên xwe re kir, lê lêpirsîna mufetîşên girêdayî Wezareta Edaletê hincet nîşandan û destûr nedan.

Hate ragihandin ku, di çarçoveya lêpirsîna “veşartî” de mufetîşan îfadeyên leşkerên peywirdar, gardiyan, girtî û hikumxwariyan girtin.

17 girtiyên ku di encama operasyona bipiştgiriya hewayî de hatin girtin, di bin ewlekariyek mezin ya polîsan de anîn Edliyeya Çewlikê.

Di vê navberê de BDP’a Çewlikê jî ji bo derbarê girtiyên di girtîgehê de agahiyê bigirin dê sibe di demjimer 17:00’an de li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêkbînin.

Fikar hene ku, girtiyan sirgûnî girtîgeha Tekîrdagê bikin.