Girtiyên ketibûn greva birçîbûnê tên sirgûn kirin
Girtiyên ketibûn greva birçîbûnê tên sirgûn kirin
Girtiyên ketibûn greva birçîbûnê tên sirgûn kirin
24 girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Wanê sirgûnî girtigehên cuda hatin kirin. Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku, kesên tên sirgûnkirin kesên ketine gireva birçîbûnê ne.
Piştî girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68'an de dawî li çalakiyê anîn, girtî yek bi yek tên sirgûnkirin. Hefteyek berê ji Girtîgeha Tîpa H Erziromê 110 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin. 4 girtiyên din jî ji Wane hatibûn sirgûnkirin. Niha jî 24 girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Wanê, di 26'ê Çile de sirgûnî girtigehên cuda hatin kirin. Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku, kesên tên sirgûnkirin kesên ketine gireva birçîbûnê. Aygun anî ziman ku, ew malbatên girtiyan bi tenê nahêlin.
Girtiyên bi navê Leşker Tarhan, Sait Demîr, Tahirhan Kaya, Onder Al, Tahîr Umuyî Berdeş, Îsmet Karak, Behcet Engincî, Ozkan Dogan, Celal Yildiz, Abdo Şeyh û Mehmet Cin sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin kirin.
Girtiyên bi navê Kahraman Muslu, Tevfik Say û Cengiz Ece sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Oltu ya Erziromê, girtiyên bi navê Azad Dundar, Yasîn Çetinkaya, Reşat Parîn, Kemal Yalçin, Salîh Adıyaman, Sinan Kaya, Abdulsemed Erdem, Kemal Yalçin û Umut Kaya jî nehat zanîn ku sirgûnî kijan girtîgehê hatine kirin.