Girtiyên li girtîgeha Mûşê alîkarî ji bo Rojava şandin
Girtiyên li girtîgeha Mûşê alîkarî ji bo Rojava şandin
Girtiyên li girtîgeha Mûşê alîkarî ji bo Rojava şandin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê di çarçoveya kampanyaya ku ji bo Rojava dabû destpêkirin 2 hezar TL berhevkirin û bi riya malbatên xwe ji Rojava re şandin. Her wiha girtiyan banga hîstiyariyê li gelê Kurd kir.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê dimînin girtî ji bo alîkariya Rojava kampanyayik dabû destpêkirin. Girtiyên di çarçoveya kampanyayê de 2 hezar TL berhev kirin bi riya malbatên xwe ji gelê Rojava re şandin.
Her wiha girtiyan ji bo Rojava banga piştgiriyê kir û xwestin ku gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tev bigerin. Girtiyan di banga xwe de wiha gotin: "Gelê me yên Rojava bi gelek zor û zehmetiyan, bi berxwedan û têkoşîna xwe şoreşek pêk anîn. Em vê şoreşê silav dikin. Tiştê ku dikeve ser milê kurdên li parçeyên din û yên diyasporayê bi her awayî piştgiriyê bidin gelê me yê Rojava."