Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê hatin cezakirin

Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê hatin cezakirin

Li girtiyên Girtîgeha Jinan û Tîpa F ya Hejmara 2 a Sîncanê, bi sedemên cuda cezayên hucre, ragihandin û derketina hevdîtinê, hat dayîn.

Li girtîgehan, binpêkirina mafan, pêkanînên kêfî û li dijî hiqûqê dewam dikin. Li gorî agahiyên ji Nûnertiya Enqere ya TUHAD-FED'ê hatin wergirtin, ji girtiyên jin ên par li dû îsyana li Girtîgeha Êlihê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatin kirin, li 3 ji wan cezayê hucreyê hatiye birîn. 

Ji bo sedema dayîna ceza jî hat îdîakirin ku di çalakiya li Girtîgeha Êlihê de 'zerar dane malê dewletê.'Hat hînbûn Songul Enuştekîn, Hulya Dûrsûn û Meryem Akpolat ên cezayê hucreyê yê 20 rojan li wan hatiye birîn, ev hefteyeke di hucreyê de tên ragirtin.

Omer Akbey ê beriya 4 mehan ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2 a Sîncana Enqereyê hat kirin, bi sedema li dijî lêgerîna bi tazî derketiye, li hucreyê hat bicihkirin. Akbey li ser vê pêkanînê 3 rojan ket greva birçîbûnê û vê carê rastî tundiya gardiyan û mudurê girtîgehê hat. Omer Akbey ji ber ku li dijî gotinên mudur û gardiyanan ên digotin, "Çima te xwarin nexwar?, Çima te xwe tazî nekir?" derket, der heqê wî de doz hat vekirin.

KA PARASTINA KURDÎ SERBEST BÛ?

Bi hinceta ku 'gef' li Mudurê Duyemîn ê Girtîgehê Hasan Karakûrt û Sergardiyan Mûstafa Karaaslan xwarine, der heqê wî de doz hat vekirin û beriya hefteyekê beşdarî rûniştina li 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê bû. Akbey xwest di rûniştina dozê de bi Kurdî parastina xwe bike, lê dadger îfadeya wî negirt. Dadger got, 'îdîayên gefxwarinê rast in' û dosya ji dadgeheke bilindtir re şand.

LI DIJ KÊFIYETÊ DERKET, CEZA LÊ HAT BIRÎN!

Hat hînbûn ku li Akbey ji ber li dijî 'lêgerîn bi tazî derketiye' cezayê qedexekirina mehekê ya hevdîtinê hat dayîn. Her wiha li girtiyên ji doza PKK'ê yên li hemberî van pêkanînên li dijî Akbey derketin û kulm li deriyan dan, cezayê 20 rojan ê hucreyê li her yek ji wan hat birîn.

Hat diyarkirin ku piştî bûyera fîrarê ya li Girtîgeha Çewlikê lêgerîn zêde bûne di dema van lêgerînan de hemû alavên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2 a Sîncanê hatine belav û xera kirin. Girtiyê bi navê Kamûran Reşît Bekîr ê li dijî vê lêgerîna bêsînor derket, ket ber lêpirsînê ku cezayê ragihandin û hevdîtinê lê were birîn.