Girtiyên li girtîgehên Bolû'yê rastî îşkencê tên
Girtiyên li girtîgehên Bolû'yê rastî îşkencê tên
Girtiyên li girtîgehên Bolû'yê rastî îşkencê tên
Derket holê, girtî û hikumxwarên ji doza PKK û KCK'ê yên li girtîgehên Tîpa F û Tîpa T yên Bolû'yê rastî sirgun, lêdan, azar û îşkence tên. Hat hînbûn, 10 girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê bi lêdanê sirgunê Tîpa F ya Bolûyê hatine kirin û bi awayekî tazî li ser wan hatiye gerîn. Li girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê jî, pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li dijî girtiyên siyasî, ne kêmî nîzama leşkerî ne.
Li girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê ku nû vebûye, binpêkirinên mafên mirovan û rêbazên îşkencê yên li girtiyan tên kirin, ne kêmî girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ye. Girtiyên ji doza PKK û KCK'ê yên piştî şewata li girtîgeha Rihayê ew veguhastin Girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê her roj bi azar û zordariyeke nû rast tên.
Parêzer Raziye Ozturk duh çû serdana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tîpa F û Tîpa T yên Bolûyê û diyar kir ku bi taybetî li girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê pêkanînên derveyî mirovahiyê zêde bûne. Ozturk ragihand ku di 20'ê Tebaxa 2013'an de 10 girtî û hikumxwarinên ji doza PKK û KCK'ê bi lêdanê ji Girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê veguhastine Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê û bi zorê ew tazî kirine û li ser wan geriyane. Ozturk da xuyakirin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê jî, rêveberiya girtîgehê li hemberî 41 girtiyên ji doza PKK û KCK'ê îşkenceya nîzama leşkerî dike. Parêzer Ozturk, ji bo sererastkirina şert û mercên girtî û hikumxwarên siyasî xwest, parlamenterên BDP'ê bi lezgînî werin girtîgehê.
HETA POR Û RIYA XWE NEQUSÎNE, NIKARE TELEFON BIKE
Parêzer Raziye Ozturk ragihand ku di hevdîtina bi girtiyên bi navê Nûrettîn Karadaş û Selemez Tekel ên li girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê, de, ew hîn bûye ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê gihaştiye asteke dijwar û diyar kir ku li ser girtiyan tê ferzkirin û ji heftê carekê neçarin por û riya xwe biqusînin, naxwe mafên wan ên telefonê ji dest tê girtin.
Ozturk rewşa li girtîgehê weha kurteber kir:
"Girtî dibêjin, beriya bikaranîna telefonê, ew mîna leşkeran tên rêzkirin, pêlavên wan ji ling tên derxistin û gelek girtî bi pêxwas dişînin telefonê. Diyarkirin ku ji bilî romanan destûr ji ti pirtûkên xwedî naveroka siyasî nayê dayîn, bikaranîna qada civatî ya girtiyan tê astengkirin û teqez destûr ji guhertina nav nayê dayîn. Roja Sêşemê 10 girtî bi lêdanê hatin veguhastin. Girtî dibêjin dûrbûna ji malbatan rêbazeke îşkenceyê ye û dixwazin wan bişînin girtîgehên li Kurdistanê. Destnîşan dikin ku pêkanînên li vê derê rewşa qişlaya leşkerî li dû xwe hiştine û êdî bi vî rengî dewam nabe."
ÎŞKENCEYA LÊDAN, LÊGERÎNA TAZÎ Û ÇOKDANÎN
Li gorî agahiyên hikumxwarê ji doza PKK'ê Yaşar Kirmizi da Ozturk, roja Sêşemê girtî bi awayekî du kom sirgunî Bolûyê hatin kirin. Di dema veguhastinê de, Şehab Erbasan û Mûrat Etkîn ên nû ji emeliyatê derketibûn, lê lêdaneke dijwar rast hatin. Piştî ku girtî anîn girtîgehê, vê carê jî xwestin wan tazî bikin û li wan bigerin. Ji ber ku girtî li dijî vê derketin, careke din lêdan xwarin. Gardiyanan bi zorê kincên wan ji wan kirin û li wan dan.
Navê 10 girtiyên hatine sirgunkirin ev e: Yaşar Kirmizi, Şebah Erbasan, Mûrat Ekîn, Rûşen Tûtkû, Nesîh Toprak, Nîmet Deyîş, Ahmet Mûstafa, Hakîm Bozyel, Comert Bozkûrt, Mehmet Çelîk.
Parêzer Raziye Ozturk da xuyakirin ku girtî dixwazin parlementerekî BDP'yî bê girtîgehê û bi rêveberiya girtîgehê re biaxive.