Girtiyên nexweş mijara destpêkê ya rojevê ye
Girtiyên nexweş mijara destpêkê ya rojevê ye
Girtiyên nexweş mijara destpêkê ya rojevê ye
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel da xuyakirin ku bi vebûna meclîsê re, mijara destpêkê ya rojevê wê rewşa girtiyên nexweş be û got, "Ev ne rewşeke ku bibe mijara bazariyê. Bi temamî daxwazeke însanî ye."
Li gorî gelek peyamên li danezanên mafên mirovan û huqûqa navnetewî, afirandina şert û mercên dermankirina girtiyên nexweş, li derveyî qanûnan, mafekî însanî ye. Lê belê, AKP ya ku ji bo pirsgirêka Kurd dibêje "çareserî, ji ber ku bi cidî nêzî pirsgirêkên li girtîgehan nabe, samimiyeta wê ya di mijara çareseriyê de tê lêpirsîn. Di nava 4 salên dawî de ji girtîgehan 39 darbest derketin. 39 can, ji ber nêzîkatiyên polîtîk ên li dijî pîvanên însanî û huqûqî ne, neçar man li "hundur" çavên xwe li jiyanê bigirin.
Beriya du mehan, 18 girtiyên bi nexweşiyên giran, ji girtîgehên cûda yên Tirkiyê anîn Girtîgeha Metrîsê ji bo Saziya Tipa Edlî raporê bide wan. Tevî ku nexweşiyên wan bi raporan diyar e jî, ji nava 18 girtiyên nexweş bi tenê nexweşê kanserê Taylan Çîntay di meha Hezîranê de hatibû berdan. Piştî Çîntay, Umît Aydin û Murşît Aslan hatin berdan. 14 girtiyên nexweş ên li benda raporê bûn, Saziya Tipa Edlî ji bo wan got, "dikarin li girtîgehê bên ragirtin."
NAMEYA JI GIRTÎGEHÊ HAT, HER TIŞTÎ RADIXE BER ÇAVAN
Di nameya ji Girtîgeha Metrîsê hat nivîsandin de, der heqê rewşa girtiyên nexweş de xalên balkêş tên destnîşankirin. Di nameyê de tê ragihandin ku ev du mehin li girtyan êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk tê kirin û hat gotin, "Her roj hin hevalên me ji hişê xwe diçin. Û me bi awayekî lezgînî ew rakirin nexweşxaneyan. Bi maşînên Rîngê ew birin nexweşxaneyan. Destên wan hatin kelepçekirin û ti ji wan nehatin dermankirin. Ji ber ku doktor nizanin nexweşiyên hevalan çi ye, bi tenê derzî li wan xist û ew şand. Bi hinceta "leşker ne amade ye" ew nebirin randevuyên nexweşxane ji hevalên me re dan. Dermanên wan gelekî dereng xistin. Rewşa tenduristiya hevalên me xerabtir bûye."
'BÊYÎ MÛAYENE BIKIN, VEDIGERÎNIN'
Di nameyê de hat ragihandin ku di pêvajoya Metrîsê de girtiyên nexweş derxistine pêşiya heyeta Saziya Tipa Edlî û hat gotin, "Ji ber ku zêde pê re eleqedar nebû, Saziya Tipa Edlî bi awayekî cidî kes mûayene nekir. Li hin hevalan bi tenê pirsek jî nekirin. Hevalek, bêyî mûayene bike, şûnde vegerandin. Bi hewldanên xwe, me 3-4 heval rakirin nexweşxaneyê."
Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqerê Havva Ozcan da xuyakirin ku rewşa girtiyên rakirina Metrîsê gelekî cidî ye û got, "Ji girtiyan Ramazan Ozalp diviyabû di roja duyemîn a cejnê de bihata berdan, lê hînê li girtîgehê ye. Ji piştê ve felç e lê hînê li girtîgehê ye. Tipa Edlî rapora "nikare di mercên girtîgehê de bimîne" jê re da. Lê dosya wî li Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê tê rawestandin. Divê were erêkirin, lê hînê nehatiye erêkirin. Beriya cejnê rapor jê re hat dayîn. 15 kes hînê li Metrîsê ne."
'LI METRÎSÊ NEXWEŞ LI NEXWEŞAN DINÊRIN'
Ozcan got, "Saziya Tipa Edlî bi awayekî polîtîk nêzî rewşê dibe. Divê nexweşan rakin nexweşxaneyên xwedî derfet û raporan bidin wan. Ev dikare were kirin û ne zehmet e. Ne neçarî ye ku teqez biçin ber destê Saziya Tipa Edlî. Li Metrîsê, girtiyên nexweş li girtiyên nexweş ên rewşa wan girantire dinêre. Yanî nexweş li nexweş miqate ye. Dest ji aliyê vê yê huqûqî û qanûnî berdin, ev yek ne li gorî ti pîvanên însanî ye."
'DIVÊ BI AWAYEKÎ ÎNSANÎ WERE NIRXANDIN'
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê li Girtîgeha Metrîsê bi girtyan re hevdîtin kir û bal kişand ser cidiyeta mijarê û got, "Weke parlamenterên BDP'ê em mijarê dixin rojeva parlamentê. Di çarçoveya rapora ÎHD'ê de 411 girtiyên nexweş hene. 100 ji van nexweşên giran e. Me bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kirin. Astengiyên burokratîk ên Tipa Edlî, însiyatîfa dozgeran, carna raporan nadin carna jî dozgerî li ber çavan nagire. Dema 17 girtî anîn Metrîsê, nexweşên giran bûn. Du ji wan serbest berdan. Me bi Salîh Tûgrûl û Ramazan Ozalp re hevdîtin kirin, rewşa wan giran e. Nikarin jiyana xwe tedarik bikin. Yên din jî xwedî heman rewşê ne. Di hevdîtina me de ji me re gotin ku divê ev yek nebe mijara bazariyê û li ser bingeha însanî were nirxandin. Diyar kirin ku ew xwedî sekneke şoreşgerî ne û di nêzîkatiyên xwe de zelal in. Divê bi awayekî însanî helwestek were nîşandan. Ev gelekî girîng e."
'DEMA MECLÎS VEBÛ, MIJARA SEREKE YA ROJEVÊ WÊ EV BE'
Tûncel da xuyakirin ku divê hikûmet rewşa girtiyên nexweş neke navgîneke siyasî û got, "Divê tavilê burokrasî ji holê were rakirin, bi lezgînî werin dermankirin û hin ji wan bişînin gel malbatên wan. Ev daxwazeke însanî ye. Me li Wezareta Edaletê hin xebat meşandin. Dema meclîs vebû, ev yek wê bibe yek ji mijarên sereke yên rojeva meclîsê."