Girtiyên PKK’ê bi kamerayan tên şopandin
Girtiyên PKK’ê bi kamerayan tên şopandin
Girtiyên PKK’ê bi kamerayan tên şopandin
Girtiyên PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya ku tên ragirtin, da zanîn ku ji aliyê midûriyeta girtîgehê ve li koguşên wan kamera hatine bi cîk kirin û diyar kir ku binpêkirina mafan derketiye asta herî jor.
Li gorî agahiyên ku girtiyên PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya tên ragirtin, ku bi riya têlefonê agahî dane malbatên xwe her ku diçe binpêkirina mafan li ser wan zêde dibe. Girtiyan agahî da malbatên xwe û diyar kir ku li koguşên girtiyên PKK’î ji aliyê midûriyeta girtîgehê ve kamera hatine bi cîh kirin û jiyana wan xistine bin çavderiya xwe. Girtiyan, da zanîn ku li gel bi cîhkirina kamerayê, gelek mafên wan ên jiyanî jî tên astengirin û binpêkirina mafan derketiye asta herî jor.
Girtiyan li hember pêkanîna miduriyeta girtîgehê jî bertek nîşan da û kamera hatiye bi cih kirin bi potan veşartine û vê pêkanîna midûriyeta girtîgehê asteng kirine. Girtiyan, li hember vê yekê bertek nîşan da û wiha got: “Bila raya giştî li ser vê yekê bi sekine. Hemû mafên me tên astengkirin. Girtin ne bese niha jî kamerayan me çavdêr dikin. Em bang li hemû derdoran dikin ku li hember vê yekê bê deng nemînin.”
Girtiyan, daxuyand ku li girtîgehê rageşî di navbera wan û midûriyeta girtîgehê de didome.