Girtiyên PKK'ê: Di vê komkujiyê de dewlet li ser sûc hat girtin
Girtiyên PKK'ê: Di vê komkujiyê de dewlet li ser sûc hat girtin
Girtiyên PKK'ê: Di vê komkujiyê de dewlet li ser sûc hat girtin
Girtiyên PKK'ê yên li girtîgeha tîpa D a Amedê, bi riya malbatan daxuyanî dan û komkujiya Roboskiyê şermezar kir. Girtiyan anîn ziman ku dîroka kurdan dîroka komkujiyê ye.
Girtiyên PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê bi riya malbatên xwe peyamek şandin. Girtiyan di peyamê de anîn ziman ku heta niha gelê kurd gelek êş û îkence dîtiye û ger ku êş û îşkenceyê di jiyana kurdan de pêk hatiye yek bi yek rêz bikin pirtûk têr nakin. Girtiyan, da zanîn ku komkujiya Roboskiyê tenê yek ji komkujiyên li ser kurdan pêk hatiye û heta niha bi dehan komkujî li ser kurdan pêk hatiye. Girtiyan, destnîşan kir ku ev komkujî helwesta dewleta dagirker a li ser kurdan e û bêtehamuliya dewletê ya le hemberî kurdan e. Girtiyan komkujiya Roboskiyê wekî "Hovitî" nirxand û wiha gotin: "Rêberê me komkujiya li ser kurdan wekî komkujiyên herî bi hov û di dîrokê de mînakên wan nehatine jiyandin binav dike. Ji ber vê yekê diroka kurdan dîroka komkujiyê ye. Komkujiya Roboskî nêzîkatî û helwesta dewletê ya li hemberî gelê kurd e. Hovîtî û dijminantiya li hemberî gelê kurd nîşan dide. Dîsa nîşan dide ku helwesta dewletê ya li hemberî gelê kurd nehatiye guhertin. Feraset û hişmendiya li hemberî çareseriyê û demokrasiyê nîşan dide. Li gel ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, hêj tu gavên çareseriyê nehatine avêtin. Hêj hesap ji kujeran nehat pirsîn.
DEWLET LI SER SÛC HAT GIRTIN
Girtiyên PKK'ê di berdewama peyamê de anîn ziman ku di vê komkujiyê de dewlet li ser kûc hat girtin û ger ku berpirsiyarê komkujiyê bên ronîkirin dê nêzîkatiya li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd bê nîşandan. Girtiyan, destnîşan kir ku li şûna dewlet û hikûmet komkujiyê ronî bike û hesap ji kujeran bipirse, dijberî vê yekê li Geverê jî komkujî berdewam kiriye û hesap ji kujeran nepirsiye.
Girtiyan, herî dawî destnîşan kir ku êdî kurd ne kurdên berê ne û dê tu carî li hemberî van komkujî, înkar û îmnayê bêdeng nemînin. Girtiyan, bibirxist ku kurdên bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişyar û zane bûne êdî bêdeng namînin."