Girtiyên PKK û PAJK'ê: 15'ê Tebaxê cejna vejîn û azadiyê ye
Girtiyên PKK û PAJK'ê: 15'ê Tebaxê cejna vejîn û azadiyê ye
Girtiyên PKK û PAJK'ê: 15'ê Tebaxê cejna vejîn û azadiyê ye
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Denîz Kaya bi wesîleya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê peyamek weşand û destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê cejna vejîn û azadiyê ye.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û di salvegera pêngava 15'ê Tebaxê de bang li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kir ku berxwedanê bilind bikin.
Di peyamê de hat gotin, "Em cejna vejînê ya mizgîniya azadiyê ji gelê me re anî, li gelê xwe yê berxwedêr ku lehengên di rêya azadî û jiyana bi rûmet de canê xwe feda kirin afirandiye, Rêber Apo û tevahiya şehîdên xwe yên em azadî û hebûna xwe deyndarên wan e, pîroz dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eşqa azadiyê ya gelê Kurd, bi pêngava 15'ê Tebaxê re mîna kulîlkekê di lûleya tivinga hevalê Egîd de şîn bûye.
'ŞOREŞA ROJAVA ENCAMA PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ YE'
Denîz Kaya diyar kir ku pêngava 15'ê Tebaxê felsefeya jiyanê ya hebûna gelekî nîşan dide û got, "Tevgera azadiyê PKK, di tivinga hevalê Egîd de veguheriye xeta vejîn û berxwedanê. Tevgera PKK'ê bi fîşeka yekemîn a 15'ê Tebaxê re, tarîtî çirandiye, îdeolojiya azadiyê û felsefeya jiyanê ya gelekî afirandiye."
Girtiyên PKK û PAJK'ê dan xuyakirin ku di 15'ê Tebaxa sala 1984'an de, fîşeka yekemîn a ji tivinga Mahsûm Korkmaz (Egîd) derket û li têkçûn, xiyanet, teslîmiyet, asîmîlasyon, înkar û tinekirinê ket, tevgera PKK'ê veguherand artêşbûyînê û ji bo azadiya milyonan, bû ronahî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mezinbûna tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê, avabûna Yekitiya Netewî ya Kurdistan û herî dawî jî li Rojavayê Kurdistanê pêkhatina şoreşê, endamên pêngava 15'ê Tebaxê ne.
Di dawiy daxuyaniyê de xebatên amadekariya Kongreya Netewî ya Kurdistanê û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin û cejna vejînê li tevahiya gelê Kurd hat pîrozkirin.