Girtiyên PKK û PAJK'î: Emê ji bo parastina bi zimanê dayikê pere nedin!
Girtiyên PKK û PAJK'î: Emê ji bo parastina bi zimanê dayikê pere nedin!
Girtiyên PKK û PAJK'î: Emê ji bo parastina bi zimanê dayikê pere nedin!
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya nerazîbûn nîşanî pêkanîna ku di berdêla pereyan de parastina bi zimanê dayikê tê kirin da û got, "Li ku devera cîhanê hatiye dîtin ku mirovek ji ber bi zimanê dayika xwe peyiviye û xwe parastiye pere daye? Ev yek, hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo me girtiyan, rewşeke biçûkxistinê ye. Emê ti carî ji bo wergêr pere nedin."
Denîz Kaya di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku ewê ti carî qebûl nekin ku parastina zimanê dayikê di berdêla dayîna pere de bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mijara sereke ya pirsgirêka Kurd zimanê dayikê ye û hat destnîşankirin ku di encama têkoşîna girtî û gel de parastina bi zimanê dayikê ya li dadgehan bûye qanûn, lê vê carê jî şert danîne ku bi berdêla pereyan de parastina zimanê dayikê bê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo em bi zimanê dayikê xwe biparêzin niha jî wergêrên bi pere diyar kirine. Piraniya van jî nivîsevanên (katîb) polîs, zabite û hin parêzer in. Ew van wezîfedar dikin û ji me girtiyan jî heqê wan dixwazin."
Girtiyan li dijî vê pêkanîna mijara gotinê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ewê ji bo parastina bi zimanê dayikê ti pereyî nedin. Girtiyan bang li raya giştî jî kirin ku li hemberî vê hişyar bin û helwestê nîşan bidin.