Girtiyên PKK û PAJK'î: Tevî rojiya mirinê em ji her çalakiyê re amade ne

Girtiyên PKK û PAJK'î: Tevî rojiya mirinê em ji her çalakiyê re amade ne

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya da xuyakirin ku eger di demeke kurt de ji tenduristiya Rêberê me re çareserî neyê dîtin, tevî rojiya mirinê ew ji her şêweyên çalakiyan re amade ne.

Di daxuyaniya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê ya ji aliyê Denîz Kaya ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ew bi êş, komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, destavêtin û êşkenceyê dikevin cejneke nû û hat gotin, "Ji aliyê din ve em ji tenduristiya Rêber Apo fikaran dikin. Em li bendê ne ku dewlet di demeke kurt de heyeteke doktorên serbixwe bişîne Îmraliyê û Rêberê me tedawî bike. Eger di demeke kurt de ji pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê me re çareserî neyê dîtin, tevî rojiya mirinê ew ji her şêweyên çalakiyan re amade ne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk, di şûna ku girtiyên nexweş serbest berde û ji bo pêvajoya çareseriyê gavan biavêje, mîna ku li Serêkaniyê hat dîtin feraseta xwe ya zalimane û mêtînger dewam dike û ji bo komploya navnetewî li Rojava bê meşandin, rola aktîf dileyze.

TEVÎ VEKIRINA DERIYÊ SÎNOR, DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛR BI HER RENGÎ PIŞTGIRIYÊ BIDE ROJAVA

Kaya diyar kir ku qaşo hewariyên demokrasiyê li dijî komkujiyan bi tenê daxuyaniyek nedane û got, "Kurd ji bo li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu, mafên xwe yên herî xwezayî nasname û rûmeta xwe biparêzin li ber xwe didin. Yên ku qaşo çeteyên El Qaîde xistine lîsteyên xwe yên terorê, gava Kurd dibin mijara gotinê, her ji çi be piştgiriyê didin van çeteyan. Di vê dema ku yekemcar derfetên yekitiya netewî hatine afirandine de, cihê xemgîniyê ye ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê cihê xwe li refên mêtînger û emperyalîstan girtiye û bi girtina deriyê sînor re dibe hevparê kuştina gelê me, zarokên me. Divê Birêz Barzanî jibîr neke; dema li dijî gelê me yê li Başûr komkujî hat kirin, gelê me yê li her sê parçeyên din bi rihê seferberiyê lê xwedî derketibû û polîtîkayên mêtîngeriya Ereb pûç kiribû. Eger Birêz Barzanî naxwaze weke kujerê gelê xwe cihê xwe di dîrokê de bigire, divê deriyên sînor tavilê veke û di ser de alîkariyên bi her awayî bide Rojava."

JI BO ROJAVA BANGA SERHILDANÊ

Kaya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên komkujiyan dikin, wê nikaribin gelê Kurd ji rêya xwe vegerînin û got, "Gelê me yê li Rojava, berxwedana xwe nîşanî dost û dijminan hemûyan da. Minafiqên qaşo bi navê Îslamiyetê tevdigerin, wê tine bibin û li sergoyê dîrokê were nixumandin. Em bang li Mislimanên rastî dikin ku nêrîna wan çi dibe bila bibe xwedî li berxwedana li Rojava derkevin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li her deverê bi giyana serhildan û seferberiyê xwedî li berxwedana Rojava derkeve."