Girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîba E ya Sêrtê nayên derman kirin
Girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîba E ya Sêrtê nayên derman kirin
Girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîba E ya Sêrtê nayên derman kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, diyar kirin ku nayên derman kirin û bi riya ÎHD'ê ji Odeya Tabîban xwestin ku heyetek "Doktorên serbixwe" biçin girtîgehê û tenduristiya wan kontrol bikin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, bi riya ÎHD'ê ji Odeya Tabiban a Sêrtê heyeta "Doktorên serbixwe" xwest. Girtiyan diyar kirin ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nayên çareser kirin û daxwazên wan ên çaraeseriya tenduristiyê bê bersîv dimînin. Girtiyan diyar kirin ku nayên derman kirin û bi riya ÎHD'ê ji Odeya Tabîban xwestin ku heyetek "Doktorên serbixwe" biçin girtîgehê û tenduristiya wan kontrol bikin. Girtiyan der barê rewşa xwe û daxwazên xwe de nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê re şandin. Girtiyan anîn ziman ku bi qasî dixazin doktor naçin girtîgehê hefteyê tenê 2 - 3 caran doktor diçin girtîgehê. Girtiyan anîn ziman ku ji ber doktorên diçin ne pisporin jî hemû pirsgirêkên wan ên tenduristiyê nabersivîne û girtiyên nexweş yên rewşa wan giran daxwazên wan yên revîrê piştî 2-3 hefteyan û hin caran jî piştî mehekê tê bersivandin.
Girtiyan bi riya ÎHD'ê ji Odeya Tabiban a Sêrtê xwest bibin alîkariya wan û wiha gotin."Dîsa hevalên me yên girtî bi kelepçe tên dermankirin. Em dixwazin ev nêzîkatiyên ku rûmeta mirovan dişkînin bi dawî bibin. Ev rewş bêtir li Nexweşxaneya Dewletê beşa Çav, Noroloji, Dahiliye, Uroloji pêk tê. Dîsa pêdivî gelekî bi tedawiya fizikî heye." Girtiyan di nameya xwe de bang li saziyên sivîl û kesên demokratîk kirin û xwestin li hemberî vê daxwaza wan hestyar tev bigerin.