Gokkan: 'Dîwarê şermê' dijminahiya Kurdan e
Gokkan: 'Dîwarê şermê' dijminahiya Kurdan e
Gokkan: 'Dîwarê şermê' dijminahiya Kurdan e
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan da xuyakirin ku 'dîwarê şermê' yê hikûmeta AKP dixwaze di navbera Nisêbîn-Qamişlo de lê bike, nîşaneya dijminahiya wê ya li hemberî gelê Kurd e. Gokkan got, "Armanca Tirkiyê ya bi lêkirina dîwar re, ne pêşîgirtina li êrîş û gefan e. Hêza dîwaran têra tinekirina yekitiya vî gelî nake."
Hikûmeta AKP'ê lez da xebatên xwe yên lêkirina dîwarê navbera Nisêbîn-Qamişlo. Der barê dîwarê ku di nava sînorên Şaredariya Nisêbînê tê lêkirin de, ti agahî nayê dayîn. Kargehên îhale wergirtine jî, tên veşartin.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan der barê 'dîwarê şermê' de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di demeke gelê Kurd li bendê bû qadên mayinkirî werin paqijkrin û têl werin rakirin de, hikûmeta AKP'ê li ser sînor dîwar lê dike. Gokkan destnîşan kir ku ewê çalakiyên girseyî pêk bînin û eger hewce bike ewê bi dayîna canê xwe de pêşî li çêkirina dîwêr bigirin.
'DI CÎHANEKE KU TÊLÊN SÎNORAN RADIBE DE AKP DÎWAR LÊ DIKE'
Şaredara Nisêbînê ya BDP'yî Ayşe Gokkan diyar kir ku êdî li cîhanê bi her awayî ve dîwar nayên qebûlkirin û got, "Dîwarê Berlînê di sala 1989'an de hat hilweşandin. Di dema bihurî de, dîwarê Îsraîlê yê navbera Şerîa Rojava û Gazzeyê hatiye lêkirin, Tayyîp Erdogan bi xwe weke dîwarê şermê bi nav kiribû."
Gokkan ragihand ku desthilatdaran cîhan di nava xwe de parve kirin, têl kişandine, mayîn çandine û got, "Di cîhaneke ku dema mirov ji welatekî derbasî welatekî dibin de bi tenê tabela tên guhertin, hikûmeta AKP berevajiya vê dike û dest bi lêkirina dîwêr dike."
‘JI BO GELÊ KURD TI WATEYA SÎNORAN NEMA’
Ayşe Gokkan anî ziman ku gelê Kurd bi sînoran, erdên mayinkîr, bi dîwaran ji hev nayê qetandin û got, "Mirovan erdê mayinkirî yên li vê derê bi canê xwe paqij kirin. Bi qasî pêncî salan mirovan ev sînor qebûl nekirine, çûne û hatine. Hînê li Nisêbînê gotina 'ser xet-bin xet' tê bikaranîn. Nabêjin Nisêbîn Qamişlo. Ji ber vê yekê, divê her kes bizanibe ku rewşa tê jiyîn li derveyî mirovahiyê ye û ji aliyê gelê Kurd ve ti carî nayê qebûlkirin."
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ragihand ku dîwarê ku tê xwestin di navbera Nisêbîn-Qamişlo de bê lêkirin yekser pêwendiya xwe bi polîtîkaya dewletê ya bi Rojava re heye û got, "Dewleta Tirk, Rojava ji xwe re weke gefekê dibîne. Dixwaze şoreşa li wê derê pêk tê, bifetisîne. Bi vî dîwarê şermê re dixwaze gelê Rojava îzole bike, nehêle gelê Kurd bigihêje hev.
Dewleta Tirk û hikûmeta AKP di hundir de behsa diyalog û çareseriya aştiyane dike, lê ji aliyê din ve bi polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava re dijminahiya Kurdan dike."
‘ROJAVA NE GEF E, GEFA RASTÎ TIRKIYE YE’
Gokkan ragihand ku ji aliyê Tikriye û tevahiya raya giştî ya cîhanê tê zanîn ku ji Rojava ve li hemberî Tirkiyê ti gef an jî êrîş nîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Berevajî, ji Tirkiyê ve êrîş li hemberî wê derê tên kirin. Çeteyên Tirkiye çekê dide wan, êrîşî wan deran dikin. Armanca Tirkiyê ya bi lêkirina dîwar re, ne pêşîgirtina li êrîş û gefan e. Dixwaze bidestxistina mafên demokratîk ên Kurdan asteng bike. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbazan dide."
Gokkan anî ziman ku ev polîtîka û pêkanîn, der barê pêvajoya çareseriyê de di nava gelê Kurd de rê li ber bêbaweriyê vedikin û got, "Dewlet û hikûmeteke ku li Rojava nikare xwe li mafên demokratîk ên Kurdan rabigire, gelo wê li vê derê çawa bersivê bide daxwazên demokratîk ên Kurdan. Di vê mijarê de gelek nakokî hene. Tirkiyê li vê derê bi Kurdan re dest bi pêvajoya çareseriyê kir, lê li hemberî Kurdên li Rojava dijminahî îlan kir. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye di polîtîkayên xwe yên li vê derê de jî ne samîmî ye."
‘DEWLET BI DIZÎ DÎWÊR LÊ DIKE’
Gokkan ragihand ku ji dema destpêkirina lêkirina dîwar û vir ve wan ji hemû rayedarên dewletê; ji Qeymeqamiyê, Walîtiyê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Parastina Milî, Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Mêrdînê re ji bo dîwar neyê lêkirin nivîs şandine û got, "Me nivîsa duyemîn jî, ji bo hînbûna kîjan saziya dewletê ya vî dîwarî lê dikin, nivîsandin. Em dixwazin dozê vekin. Lê belê di vê mijarê de ti agahî ji me re nehat dayîn. Nabêjin ka îhale dane kîjan kargehan. Vana hemû tên veşartin. Dewlet eger dewleteke huqûqî ye, tiştekî qanûnî dike, hingî nikare van veşêre. Divê bi awayekî zelal diyar bike ka kîjan sazî vî dîwarî lê dike, ji kîjan kargehê re îhale hatiye dayîn."
‘NERAZÎBÛNA GEL MEZIN E’
Gokkan diyar kir ku gelê Nisêbînê li dijî 'dîwarê şermê' gelekî nerazî ye û anî ziman ku gel ji wan agahiyan dixwazin, lê belê ji ber ku dewletê ti agahî nedaye wan, ew nikarin gel agahdar bikin.
Gokkan ragihand ku gelê Kurd dê ti carî vî 'dîwarê şermê' yê tê xwestin di navbera xwişk û birayê wan de bê lêkirin qebûl neke û got, "Di serî de li ser navê xwe dixwazim bêjim; ji bo ev dîwar neyê lêkirin ez amade me canê xwe fade bikim. Piştî demekê emê çalakiyên girseyî yên mezin lidar bixin. Em û gelê me dê ti carî vî dîwarî qebûl nekin."
Gokkan diyar kir ku di çalakiyên protestoyî de ji hemû êrîşên li hemberî gel dê hikûmeta AKP'ê berpirsyar be û destnîşan kir ku AKP bi lêkirina dîwaran re dê nikaribe gelê Kurd ji hev cuda bike. Yekane tişta were kirin, hurmeta ji maf û vîna vî gelî ye.
Gokkan herî dawî da xuyakirin ku divê dewlet agahiyên ew li bendê ne, ji wan re ragihîne. Gokkan anî ziman ku piştî ev agahî gihaştin destê wan, ewê der barê saziya biryar stendiye û kargeha îhale wergirtiye, pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin û destnîşan kir ku divê hikûmet agahiyên mafên wan e, tavilê ji wan re ragihîne.