Gola Ûrmiyê ziwa dibe

Gola Ûrmiyê ziwa dibe

Gola Ûrmiyê ji ber polîtîkayên şaş ên rejîma Îranê, bi ziwabûnê re rû bi rû ye. Ziwabûna Gola Ûrmiyê rê li ber karesateke mezin a hawirdorê vedike. Ziwabûna golê wê rê li ber koçberiya bi sedhezaran mirovî veke.

Waliyê Ûrmiyê Hesen Easnejad da xuyakirin ku 2 ji 3 paran Gola Ûrmiyê ziwa bûye û çemê Eresê ji ber ava wê ji bo karê çandiniyê tê bikaranîn, têra xwedîkirina golê nake. Eger yek ji 3 parên mayî jî ziwa bibe, gelek eyaletên derdorê wê neçar bimînin pêdiviya xwe ya xwê ji derve tedarik bikin. 

Ziwabûna li gorê di nava deh salên dawî de zêde bû. Li gorî pisporan, eger tedbîr neyên stendin wê di nava çend salan de gol veguhere erdekî ziwa yê ji xwê.

Ziwabûna golê wê bibe sedema ku bi hezaran hektar erdê çandiniyê ziwa bibe û evê jî rê li ber koçberiya gelê herêmê veke.

JI BO RIZGARKIRINA GOLÊ, ALÎKARIYA JI BANKAYA CÎHANÊ HAT STENDIN LI KU YE?

Ji bo rizgarkirina Gola Ûrmiyê, tê gotin heta niha 24 proje hatine qebûlkirin, lê ti ji wan negihaştine asteke encamê jê bigire. Tevî ku di dema Ehmedînejad de ji bo mijarê alîkariyeke mezin ji Bankaya Cîhanê hat stendin jî, hînê ti proje neketine meriyetê. 

Di daxuyaniya ji Meclîsa Şêwirmendiyê ya Îslamî ya Ûrmiyê ya beriya çend rojan de hatibû destnîşankirin ku dewletê sozên xwe yên ji bo rizgarkirina golê bicih neaniye.

Li gorî projeyeke par ket meriyêt, av wê ji bo avdana qadên çandinî yên li bajarên Colfa û Sofiyan ên herêm Tebrezê bê bikaranîn. Li gorî projeyê, divê ji çemê Eresê salê 300 milyon metrekup av biherike gola Ûrmiyê.

NE GUHERTINA KLÎMAYÊ, BENDAV DIÇIKÎNIN

Her çend rejîma Îranê îdîa bike ku gol ji ber guhertina klîbayê ziwa dibe jî, hawirdorparêz di wê baweriyê de ne ku gol ji ber bendavên li herêmê ziwa dibe. Rejîma Îranê li ser çemên ava wan diherikin golê nêzî 40 bendav çê kiriye, her weha 15 bendav jî li benda çêkirinê ye.

Her weha, piştî şoreşa Îslamî ya Îranê beşek ji golê ji bo madena çîmento hat dagirtin. Bi vê yekê re got bû du perçe. Golên Ûrmiyeya Bakur û Ûrmiyeya Başûr derketin holê.

DIBE KU DANOREKE NEYÎNÎ LI ‘16 MILYON MIROVAN’ BIKIN

Li gora Ûrmiyê, beriya vê ziwabûnê bi giştî 37 milyar metrekup av lê hebû. Gola 5,200 km² û bi kûrahiya 16 metre'yî, di warê rezerveyên xwê de, duyemîn gola herî mezin a cîhanê ye.

Li gorî hin pisporan, eger gol bi temamî ziwa bibe, wê 16 milyon mirov bandoreke neyînî jê bibînin.

Ji ber ku hikûmet butçeyeke têrker ji bo golê venaqetîne, gelê herêmê nerazîbûnê nîşan dide. Di xwepêşandana bi vê armancê di sala 2011'an de hat lidarxistin de, hêzên ewlekariyê gule li gel reşandibû û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.