Gorên gerîlayên PKK û HPG'ê rastî êrîşê hatin

Gorên gerîlayên PKK û HPG'ê rastî êrîşê hatin

 Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê gorên gerîlayên HPG û PKK'ê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin xerakirin. Dayika Aştiyê Belkiz Baydak bertek nîşanî vê yekê da û got: "Kesên gorên zarokên me bişkînin, em jî dê destê wan bişkînin. Em vê yekê ji wan re nahêlin."

Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî gorên gerîlayên HPG û PKK'ê yên li goristana Navçeyê hatine definkirin, şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîş pêk hat. Di êrîşê de kevirên 3 goran hatin şikandin. Piştî bûyer hat bihîstin, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Hevserokên BDP'a Bazîdê Cemîl Rizaogullari û Fatma Okçu, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî çûn goristanê û lêkolîn pêk anîn. Girseya ku li ber Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayên  PKK'ê Hanefi Aylanç (Kesip) li taxa Şehîdgehê hatiye vedan kom bûn, heta goristanê meşiyan û pankarta "Xwedî derketina şehîda xwedî derketîna Kurdistanê ye", "Ey şehîd reya te reya me ye", "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin, şehîr dûmeta me ne" hatin vkirin. "Bijî serok Apo", "Destê dirêjî Şehîdan dibin bila bişkên" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin.

Koma ku çû liser goran lêkolîn pêk anîn, ewil li ser gorê rêz girtin û piştre Nûnerê TUHAYD-DER'a Bazîdê Mehmet Bozkurt, anî ziman ku ev êrîş li dijî nirxên gelê kurd pêk hatiye. Bozkurt, anî ziman ku ew wekî gelê Bazîde dê li dijî vê polîkaya şerê qirêj rawestin û têbikoşin.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD PÊK HATIYE'

Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz jî anî ziman ku ev êrîş li dijî nirxên gelê kurd û têkoşîna azadiya kurdan pêk hatiye. Korkmaz, da zanîn ku goristan cihê herî pîroz in û ev ji bo gelê kurd û doza gelê kurd jî pir pîroz e. Korkmaz, da zanîn ku ev êrîş li dijî gelê kurd pêk hatiye û ew li hemberî van êrîşan bêdeng namînin."

'ÇIMA BAZÎD DIBE HEDEF?'

Hevsrokê BDP'a Bazîdê Cemil Rızaogullari jî anî ziman ku ev êriş bi plan û zanebûn pêk tê û wiha got: "Ewil êrîşî avahiya BDP'ê kirin. Niha jî êrîşî gorên gerîllayan dikin. Çima bi taybet Bazîd? Ji ber ku hem ji bo hêzên tarîe û hem jî hêzên şerxwaz naxwazin aştî pêş bikeve û van êrîşan pêk tîne. Heta serok Apo û gelê kurd hebe ev êrîş nabin xem."

'JI MIRIYÊN ME JÎ DITIRSIN'

Dayika Aştiyê Belkiz Baydak jî bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku dewlet û hêzên darî ji miriyên wan jî ditirsin û wiha got: "Kesên gorên zarokên me bişkînin, em jî dê destê wan bişkînin. Em vê yekê ji wan re nahêlin."

Dayika bi navê Sabiha Şahin jî anî ziman ku ji gorên wan ditirsin û ji ber vê yekê van êrîşan pêk tînin.