Gorên Sakîne Cansiz û Azîme Demîrtaş hatin ziyaretkirin
Gorên Sakîne Cansiz û Azîme Demîrtaş hatin ziyaretkirin
Gorên Sakîne Cansiz û Azîme Demîrtaş hatin ziyaretkirin
Bi wesîleya Cejna Qurbanê, BDP çû serdana gora yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin û milîtana destpêkê ya jin a PKK'ê Azîme Demîrtaş.
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Dêrsimê, çû serdana gora yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a Goristana Asrî ya li Dêrsimê.
Serdana cejnê ku Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevserokê BDP'ê yê Dêrsimê Ergîn Dogrû û rêveberên BDP'ê yên Bajêr jî di nav de bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê BDP'ê yê Dêrsimê Ergîn Dogrû di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku her sê siyasetmedarên jin ên Kurd "nûnerên têkoşîna azadiyê" ne û hat gotin, "Di kesayetiya van her sê hevalan de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hedef hatiye girtin. Bi vê bûyera kuştinê re xwestine derbê li îdeolojiya azadiyê ya jinê bixin."
Dogrû bibîr xist ku tevî di ser komkujiyê re salek derbasbûye jî kujer nehatine darizandin û got, "Di nava vê demê de ne ji hikûmeta Fransayê ne jî ji ya Tirkiyê daxuyaniyek hat. Kujer hatin veşartin. Lê em dizanin kujer kî ne. Kujerê Sakîne Cansiz û hevalên wê, mejiyê ku koledariyê heta roja îro li ser Kurdistanê ferz dike ye. Kujerê 3 hevalên me yên jin, hêzên naxwazin jin li Kurdistanê azad bibin e. Sakîne yek ji nîşaneyên azadiyê yên Dêrsimê ye. Mîna beriya niha, emê ji niha û pê ve jî li dijî wî mejiyê ev her sê hevalên me qetil kirine, têkoşîna azadiyê dewam bikin."
Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn jî da xuyakirin ku 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, nirxên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd in û got, "Ji ber vê yekê, emê her roj vê têkoşînê xurtir bikin."
Li dû axaftinan, rêveber û endamên BDP'ê qurnefîlên sor ên di destê xwe de danîn ser gora Cansiz û dûre çû serdana gora yekemîn milîtana jin a li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest da Azîme Demîrtaş ku di 5'ê Kanûna 1981'ê de li Nazimiye ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû. BDP'yî her wiha gora Îbrahîm Kaypakkaya ya li gundê Dizik a navçeya Nazimiyê jî ziyaret kirin.