Goristana Şehîd Amed hat ziyaretkirin
Goristana Şehîd Amed hat ziyaretkirin
Goristana Şehîd Amed hat ziyaretkirin
Li navçeya Licê ya Amedê bi pêşengiya MEYADER'ê Goristana Şehîd Amed ku 175 gerîlayên HPG'ê lê hene hat ziyaretkirin.
Di ziyaretê de parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, DOKH, BDP'a Amedê, rêxistinên Sûr, Peyas, Rezan, Yenîşehîr û gelek welatî amede bûn. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û anî ziman ku, bedelên ku hatine dayîn vala neçûye. Aydogan da zanîn ku, ji ber bedelên ku hatine dayîn îro gelê Kurd gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe.
Parlamenter Aydogan diyar kir ku, PKK 29'emîn serhildana kurdane û wiha got: "Nêzî 30 sale di vê serhildanê de bi hezaran kes gihiştiye şehadetê û hê jî ev şehadet berdewam dikin. Lê serhildana 29'emîn ku di bin pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin." Piştî axaftinan gorên gerîlayên HPG'ê bi girseyî hatin ziyaretkirin.