Goristanên gerîlayên PKK'ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
Goristanên gerîlayên PKK'ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
Goristanên gerîlayên PKK'ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
Beriya Cejna Qurbanê malbatên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, li Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Şirnex û Edeneyê bi girseyî gorên xizmên xwe yên gerîlayên PKK û HPG'î ziyaret kirin.
AMED
Bi sedan welatiyan li navçeya Liceyê ya Amedê li "Şehîdgeha Şehîd Harûn" û "Şehîdgeha Şehîd Amed" ku gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane lê hatin definkirin ziyaret kirin. Gelek malbatên ku piştî salan tên ser gorên zarokên xwe, dua xwendin û lorîk lorandin. Di zayareta goristanan de Parlamenterên BDP'ê rêveberên BDP'ê, rêveberên MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn. Girsê ewil Şehîdgeha Şehid Harûn ya li herêma Apê Musa ziyaret kir. Li ser navê heyetê Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, axaftin kir û diyar kir ku li hemberî peqrewanên wisa mesin ne hêsan e mirov bi axive û bi xêra têkoşîna wan îro li vê derê ne. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Mehmet Emin Yilmaz jî axaftin kir. Girsê piştî gorên gerîlayên PKK û ARGK'ê ziyaret kir û şûnde ji şehîdgeha Şehîd Harûn veqetiyan û derbasî Gundê Sîsê bûn. Heyetê li vir jî Şehîdgeha Şehîd Amed ziyaret kir. Malbatan li vir jî li ser gorên zarokên xwe zimêr lorandin û hestera salan derbas kirin.
Li aliyê din Rêxistina BDP'ê ya Amedê û MEYA-DER'ê jî li Goristana Yenîkoyê û Asrî yên Amedê gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ziyaret kirin. Di van ziyaretan de jî Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Rêxisina BDP'ê, DIAY-DER û gelek kesên din amade bûn. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, gerîlyanê PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û sebir ji malbatên wan re xwest.
MÊRDÎN
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînêjî beriya Cejna Qurbanê di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Qoserê de gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê bi girseyî hat ziyaretkirin. Di meşa ziyaretê de xebatkarên şaredariyê, Dayikên Aştiyê, KURDİ-DER, TUHAD-DER, DTK, MEYA-DER û gelek saziyên din jî di navde girseyek mezin çûn Goristana Çeçenê ziyaret kirin. Girsê di goristanê de gora Pêşengê PKK'ê Ferhat Kurtaş ku li gel Agirê Çaran Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn li Zindana Amedê bedena xwe dabû agir û jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir. Li vir Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekin, diyar kir ku Ferhat Kurtay, ji bo nasname, çand, ziman û azadiya gelê kurd bedena xwe da ber agir û dê her dem têkoşîna wan bibîr bînin." Girsê piştre gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên din ziyaret kirin.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî rêveberên YAKAY-DER'ê beriya Cejna Qurbanê gorên gerîlayên PKK û HGP'ê yên li taxên Guneykent û Buyukşehirê ziyaret kirin. Di ziyareta goristanan de rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê, xizmên gerîlayên PKK û HPG'ê û gelek kesên nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Girsê ewil gora Leyla Şaylemez ku li Parîsê hat qetilkirin ziyaret kir û piştre rêz girtin. Girsê di ziyaretê de bê naver siloganên "Şehîd namirin" gotin. Li ser navê komê Serokê YAKAY-DER'a Mêrsînê Cahit Argiç, axivî û xwest ev kuştin bi dawî bibe.
Girsê piştre Goristana Guneykentê ziyaret kir û piştî li vir jî dua xwendin çûn derbasî Goristana Buyukşehirê bûn. Welatiyan li ser gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê dua xwendin Piştî duayan qurnefil belavkirin.
ŞIRNEX
Rêxistina BDP'ê ya Hezexê û rêveberiya MEYA-DER'ê jî bi heman armancê gorên gerîlayên PKK’ê û HPG'ê yên di demên cuda û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. Di ziyaretê de parlamenterên BDP'ê, xizmên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê amade bûn. Girsê di ziyaketa goristanan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên gerîlayên PKK û HPG'ê vekirin. Girsê bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bê serokk jiyan na be" gotin. Ginbê piştre goristana Şêx Hesen ku gorên 9 gerîlayên PKK'ê di navde hene ziyaret kir.
EDENE
Nûnertiya MEYADER'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê gorên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir. Di gera goristanan de rêveberên MEYADER, BDP, TUHADER, DOKH, Meclisa Ciwanan, KURDÎ-DER û Dayikên Aştiyê û malbatmên gerîlayên PKK'ê amade bûn. Girsê li ketina Goristana Kuçukoba kom bûn û sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan nabe" gotin. Girseya ku goristan ziyaret kir li ser gora gerîlayê HPG'ê Fuat Turgay ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
Di ziyaretê de li ser navê komê Berdevkê MEYADER'ê yê Edeneyê Murat Turgay, li vir axivî û diyar kir ku ew tê doz û tekoqîna wan berdewam bikin.