Ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) Cemsera Bakûr biparêze, Greenpeace dest bi kampanyeyekê dike. Rêxistinê ragihand ku ew ê ji bo rawestandina lêgerîna petrol û masîvaniya zêde ya li Cemsera Bakûr kampanyaya yek milyon îmze bidin destpêkirin.
Ji niha ve gelek navdarên cîhanê yên weke mûzîsyen Paul McCartney, lîstîkvan Robert Redford û koma mûzîkê One Direction piştgirî dan kampanyayê.
Rêxistinê ragihand ku wana li hemberî “binketina mezin” a Civîna Bilind a G20 a li bajarê Brezîlye Rio de Janerioyê dest bi vê kampanyayê kiriye
Dihat plankirin ku civîna bilind welatên herî hejar ên cîhanê di warê aboriyê de dewlemend bike, ekolojiya herêmê biparêze û bi vî awayî aboriyeke gerdûnî biafirînin.
Lê piştî ku hikûmea li ser bidawîkirina subvanîsyonên sotemeniyên fosîlê, pêkanîna bi berhemiya hawirdorê û piştgirîdana “aboriya şîn” ranewestiyan. Vê yekê jî rê li ber şkandina hêviyên rêxisitnên hawirdorê kir.
Dîrektorê Greenpeace International Kumi Naidoo got; “Êrîşa li hemberî niha dest pê dike” û wiha domand; “Cemsera Bakûr di bin êrîşan de ye. Divê mirov li deverên cûda yên cîhanê dest bi parastinê bikin. Ger ev sondajên petrolê yên di deryayan de û masîvaniya zêde were qedexekirin, dê ev herêma xweşik û 4 milyon mirovên li van deveran dijîn bi ser bikevin.
Naidoo beriya niha li welatê xwe Efrîkaya Başûr, li hemberî cûdakariyên nijadan û rêveberiya nijadperest kampanya dabû destpêkirin. Naidoo di dema civîna Rio+20 a de ji ronameya The Guardian re axivî û diyar kir ku Greenpaece dê piştî civînê dest bi hewldanan bike.”
Di nava 100 kesên îmze dan de karsaz, lêkolîne, muzîsyen û kesayetên navdar hene. Derhênerê filman Pedro Almodovar, lîstîkvan Penelope Cruz, vokalîstê koma mûzîkê ya Radiohead ,Thom Yorke, lîstîkvan Javier Bardemi û karsaz Richard Branson jî piştgirî dan kampanyayê.