Guardian: Bi bidawîkirina grevên birçîbûnê hêza Ocalan diyar bû

Guardian: Bi bidawîkirina grevên birçîbûnê hêza Ocalan diyar bû

Rojnameya Îngilîz The Guardianê di rûpela xwe ya nûçeyên biyanî de cih da nûçe-analîza bi îmzeya John Hooper a derbarê hevdîtinên di navbera Tirkiye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Ji rojnameya Îngilîz Guardian rojnamevan John Hooper derbarê hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nivîsek nivîsand. Hooper dibêje: “Recep Tayyip Erdogan piştrast kir ku ji bo çekdanîna PKK’ê ew Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di girtîgehê de ye, hevdîtinan dikin. Ji bo bidawîbûna berxwedana tevgerê ku bû sedema mirina derdora 40 hezar kesî tenê hêviyeke biçûk jî bi dilxweşî tê pêşwazîkirin.”

Rojnameyê wiha nivîsand: “Hema bêje piştî Ocalan sala 1999 hate girtin û vir ve, şer û pevçûnên herî dijwar di van 18 mehên dawiyê de diqewimin. Lê li vir du pirsên bê bersiv mane hene: Gava Guardianê pêre hevdîtin kiribû ew bi xwe bi rastî jî Rêberê PKK’ê bû. Lê niha di girtîgehek a li Deryaya Marmarayê de ye. Gelo haya wî ji veguhertinên 14 salan ên rêxistinê heye? Pirsa duwemîn ger Ocalan agirbestê qebûl bike, dêbikare bi Qendîlê bide qebûlkirin?"

Hooper bal kişand ser hêz û girîngiya Ocalan û destnîşankir ku bi bidawîkirina grevên birçîbûnê hêza Ocalan careke din aşkere bû. Nivîskarê Guardianê da zanîn ku di sala 2011 de populîstiya AKP’ê kêm bûye û diyar kir ku partiya AKP’ê ji bo dengan li başûrê rojhilatê welêt (Bakûrê Kurdistanê) bi partiya sempatîzanên PKK’ê re ketiye pêşbaziyê. Nivîskar bal kişandku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji bo hilbijartinan du salan weke ku bi PKK’ê re diaxive xwe nîşan da.