Rojnameya Îngilîz Guardian nivîsand ku Berdevkê Wezareta Derve ya Sûriyeyê Cîhand Makdîsî bi rêya rayedarên sîxûrî yên DYA’yê reviyaye Washingtonê.
Li gorî nûçeya rojnameyê Makdîsî derdora mehekê ye ku li Washingtonê ye. Rojnameyê diyar kir ku wana berê jî bi nûçeyekê aşkere kiribû ku Makdîsî ji Sûriyeyê çûye Libnanê û li wir ji DYA’yê daxwaza hewandinê kiriye û bi vê bi vê yekê jî nûçeya rojnameyê piştrast bû.
Rojnameyê diyar kir ku heta niha nayê zanîn ka Makdîsî çawa gihitşiye DYA’yê. Îngilîstanê îdiayên ku digotin Makdîsî piştî Libnanên derbasî Îngilîstanê bûye derewandibû.