Guardian: Li şûna pêşlîvekirina Erdogan, girtin û tundî hat

Guardian: Li şûna pêşlîvekirina Erdogan, girtin û tundî hat

Rûniştina doza Çapemeniya Kurd a li Stenbolê pêk tê, di rojeva çapemeniya cîhanê de ye. Rojnameya Înglîz The Guardian, di manşeta xwe ya îro ya nûçeyên derve de cih da doza rojnamevanên Kurd ên di bin navê KCK’ê de hatine girtin. Rojnameyê nivîsand ku “pêşîlêvekirina Kurd” a Erdogan bi dawî bûye û li şûna wê bi hezaran siyasetmedarên Kurd ên li dijî tundiyê hatine girtin.

Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam dike. Nûçegihana Stenbolê ya rojnameya The Guardian Constanze Letsch di nûçeya nivîsand de diyar kir ku Tirkiye di girtina rojnamevanan de Çîn û Îranê jî derbas kiriye.

Rojnameyê bal kişand ku rûniştina mezintirîn doza rojnamevanan a di dîroka Tirkiyeyê de li Stebolê dest pê kir û diyar kir ku rêxistinên mafê mirovan vê dozê weke hewldanên çavtirsandina çapemeniyê û cezakirina alîgirên Kurdan ên hukûmeta AKP’ê bi nav dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku 44 rojnamevanên Kurd bi hinceta piştgirî dane rêxistina KCK’ê û bi sucên “terorê” têne tawanbarkirin. Rojnameyê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û diyar kir ku “Pêşîlêvekirina Kurd” a ku ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hat destpêkirin bi dawî bû û li şûna wê bi hezaran siaysetmedar û sempatîzanên Kurd ên li dijî tundiyê hatine girtin.

Nûçegihana Stenbolê ya rojnameya Constanze Letsch,di nivîsa der barê mijarê de nivîsand de cih dide nêrînê lêkolînerê Rêxistina Efûya Navneteweyî yê li Tirkiyeyê Andrew Gardner . Gardner dibêje; “Li Tirkiyeyê êdî nivîsên rexneyî, axaftinên polîtîk û xwepêşandanên aşitiyane weke delîlên sucê terorîzmê tê dîtin û ev doz jî nîşaneya vê yekê ye.”

Letsch, di nivîsa xwe de destnîşan dike ku li Tirkiyeyê zêdetirê 100 rojnamevan di girtîgehan de ne û Tirkiyeyê Çîn û Îranê jî li pişt xwe hiştiye. Letsch bi bîr xist ku gelek rojnamevan ji ber zextên hukûmetê ji kar têne avêtin.