Guleya çeteyan li Serêkaniya ser xetê kesekî din birîndar kir
Guleya çeteyan li Serêkaniya ser xetê kesekî din birîndar kir
Guleya çeteyan li Serêkaniya ser xetê kesekî din birîndar kir
Pevçûnên navbera hêzên YPG'ê û çeteyên El Nûsra de bi rojane dewam dikin û herî dawî Emrûllah Îbek ê 19 salî li Serêkaniya ser xetê bi fîşekên çeteyan birîndar bû.
Ji ber ku êrîşên çeteyan ranewestiyan, YPG'ê da xuyakirin ku ew agirbesta bi wesîleya Cejna Remezanê betal dikin û li ser vê yekê duh êvarê li Serêkaniyê pevçûnên dijwar rû dan. Di dema epevçûnan de Emrûllah Îbek ê 19 salî yê li taxa Mevlana ya Serêkaniya ser xetê, birîndar bû. Hat ragihandin, fîşeka ji kozikên çeteyan ve hat avêtin li nêzî Îbek ketiye û ji ber parçeyên fîşekê û derdorê li rûyê wî û sînga wî ketiye, birîndar bûye. Îbek li Nexweşxaneya Dewletê ya li Serêkaniyê hat dermankirin.