Gunay Aslan çavdêriyên xwe yên li Qendîlê vegot
Gunay Aslan çavdêriyên xwe yên li Qendîlê vegot
Gunay Aslan çavdêriyên xwe yên li Qendîlê vegot
Pirtûka "Ronahiya ji Qendîlê Bilind dibe" ya nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Gunay Aslan a li ser çavdêriyên wî yên Qendîlê, hat weşandin.
Pirtûka ku ji aliyê weşanxaye Berfîn ve hat çapkirin, wê di 21'ê Îlonê de li Festîvala Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Dortmundê bigihêje ber destê xwendevanên xwe. Aslan, wê li dezgeha Weşanxaneya Mezopotamyayê, pirtûka xwe ji bo xwendevanan mor bike.
Ronahiya ji Qendîlê bilind dibe, ji 13 beşdan pêk tê. Her beş bi çîrokên rê yên nivîskar destpê dike. Aslan, bûyer û rewşa li ser rêya Qendîlê derdikeve pêşiya wî, bi zimanekî zelal vedibêje. Nivîskar her weha di her beşê de cih dide hevpeyvînên xwe yên li gel gerîlayên PKK û rayearên KCK'ê. Pirtûka nivîskar ji 190 rûpelan pêk tê.
Bi roportajên li gel Hevserokê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Cemîl Bayik, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûrat Karayilan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn û Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rohanî Serhat re, pêvajoya siyasî ya heyî rave dike.
Pirtûka Gunay Aslan a bi navê "Ronahiya ji Qendîlê Bilind dibe" dikare ji Weşanxaneya Mezopotamya û ji navnîşana [email protected] were peydakirin.