Gund bi gund berxwedan
Gund bi gund berxwedan
Gund bi gund berxwedan
Li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên çeteyan ên bi 15'ê Tîrmehê re zêde bûn, li berxwedana hevkar a YPG, YPJ û gel rast hat. Di encama berxwedana gund bi gund, bajarok bi bajarok de, beşeke girîng a herêmê ji çeteyan hat paqijkirin.
Ji bo Rojavaya Kurdistanê 19 Tîrmehê navê şoreşê bû. Di heman demê 19 Tîrmehê ji bo hêzên siyaseta tinekirina Kurdan dimeşandin, dihat wateya tirseke mezin. Siyaseta Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê xwe wek xeta sêyemîn bi nav kir û diyar kir ku ew ne alîgirê rejîma Sûriyê ye, ne jî alîgirê opozîsyona Sûriyê ye. Ev siyaset li ser têgihiştina Kurdistanek azad û Sûriyeyek demokratîk pêş ket. Ev jî ne berjewendiyê hêzên herêmî û navdewletî yê alîgirin rejîma Sûriyê ne jî ji bo alîgirin opozîsyonê bû. Ji ber vê jî li Rojavaya Kurdistanê ambargoyeke siyasî û aborî hate danîn. Van hêzan dema dîtin ev ambargo bi sernakeve bi rêya çekdarên xwe êrîşên çekdarî dan despêkirin.
SERÊKANIYÊ JI KOMÊN ÇETEYAN HATE RIZGARKIRIN
Komên çete yên Arteşa Azad û El Nusra 19 Mijdara 2012’an êrîşî Serêkaniyê kirin. Ev êrîş di heman demê êrîşa çekdarî ya yekem piştî 19 Tîrmehê li ser Rojavaya Kurdistan bû. Di vê êrîşê de gelê Kurd û YPG'ê bersiva êrîşkaran dan, şer bi qasî hefteyekê dewam kir û komên çete neçar ma daxwaza agirbestê li YPG'ê bike. Li ser peymanekê, şer rawestiya bû. Komên çetê yên El Nusra û Artêşa Azad peyman bicih neanîn, 16 Çileya 2013’an êrîşî taxên Kurdan kirin, li ser bergiriya YPG’ê şerên dijwar rûdan, qasî 15 rojan domand û komên çete ji pirraniya bajêr hatin derxistin. Komên çete yên li taxa Mehetê xwe bihcih kiribûn, dest werdan û êrîşê xwe ranewestandin. Di 15 Tîrmehê de şer dîsa despê kir û 17'ê Tîrmehê ev kom ji Serêkaniyê hatin derxistin û bajar hate rizgarkirin. Êrîşên komên Dewleta Iraq û Şam/Nusra li ser bajar hêj didome, di navbera wan û YPG’ê de şerên dijwar rû didin.
ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYE TAXÊN AZAD ÊN KURDAN
Piştî komên çekdar ên Artêşa Azad bi alîkariya Dewletên DYE, Siûdî Erebistan, Qatar û Tirkiyê ketin Helebê êrîşên Rejîma Sûriyê yên heremê despê kirin. Rejîma Sûriyê xwest herêma stratejîk a Helebê Şêxmeqsûd ku pirraniya şêniyên wê Kurd in, bi dest bixe. Ji ber heremek stratejîke komên çekdar ên Artêş Azad jî heta niha êrîşê taxan dikin û hewl didin bikevin heremê. Lê li berxwedana YPG'ê rast tên û şerên dijwar rû didin. Li ser wê herêmê, di navbera rejîma Sûriyê YPG’ê de şerên dijwar rûdan, di encama wan şeran taxa Şêxmeqsud û Eşrefiyê ji destê rejîma Sûriyê û komên çete hate rizgarkirin.
DU DIJBER DI HEMAN ENIYÊ DE
Bi destpêkirina nîqaş û diyarkirina dema rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê re, dewletên heremê û rejîma Sûriyê li dijî vê ketin nava tevgerê. Rejîma Sûriyê bi rêya Eniya El Nusra û Dewleta Tirk jî bi rêya Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam êrîşên li ser Rojavaya Kurdistan dane despêkirin. Hevkariya her du hêzan di heman demê de du dijberên li herêmê xist nava eniyekê. Hem Dewleta Tirk hem jî rejîma Sûriyê ji bo gelê Kurd li Rojavaya Kurdistan negihêjin mafê xwe bi rêya hevkarê xwe êrîşî Rojavaya Kurdistanê kirin.
GUNDÊN GIRKÊ LEGÊ JI KOMÊN ÇETEYAN HATIN RIZGARKIRIN
Yek ji armanca êrîşên komên ser bi dewleta Tirk û Sûriyê yên di heman eniyê de cih girtin, bi destxistina herêma petrolê ya Kurdan bû. Li ser vê yekê YPG'ê li dijî komên çete operasyonên berfireh da destpêkirin û gundê başûrê rojavaya Girkêlegê Qîro, Til Elo jêr, Til Elo jor, Til Elo mezin, Tahûnê ji destê van koman rizgar kir. Di van pevçûnên ji 17 Tîrmehê despêkir heta îro jî didome de bi sedan endamên komên çete hatin kuştin û 4 tang jî di nav de bi dehan wesayît hatin rûxandin û bi sedan cebilxane hatin deste serkirin.
ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETEYAN LI TIRBESPIYÊ Û DÊRIKÊ BELAV BÛN
Şerên li herêma Girkêlegê despêkir belavî Tirbespiyê û Dêrikê bû. Di encama şerên Tibêsipiyê de li gundên 30 km dikeve başûrê Tirbêsipiyê yê Hemara, Mehmed Diyab, Xirabdîp, Xirbe Sûkiyê ji destê wan koman hate rizgar kirin. YPG li heremê erdnîgariyeke fireh xist bin kontrola xwe û niha li wê heremê li gundên Mazlûma, Sofya, Taya şer didomin. Di encama şerên li Dêrikê de jî herêmeke berfireh ku bîrên petrolê jî lê hene ji bin destê komên çeteyan hate rizgarakirin ku di nav wan de gundên Siwêdiyê Jor, Siwêdiya Jêr, Sipehiyê, Xedan, Sikeriyê, Xerap Jîr hene.
KOMÊN ÇETE YÊN TÊK ÇÛN LI GIRÊ SPÎ ÊRÎŞÎ SIVÎLAN KIRIN
Komên çete yên li herêmên Serêkaniyê, Dêrikê, Girkêlegê û Tirbesipiyê têk çûn, berê xwe dan sivîlên li Girê Spî û di encamê de bi dehan kes kuştin, bi sedan ji wan ragirtin û bi vî rengî xwestin herêmê ji Kurdan vala bikin. Li vê derê jî Eniya El Ekrad û YPG bi hev re li gundên Çelbê, Bîr Kino, Sedê û Meha, Susikê, Sarinc, Yapsê, Til findir ku ji aliyên komên çeteyan ve hatibûn dagir kirin, dest bi operasyoneke dorfireh kirin. Di operasyona ku heta niha didome de gundên Çelbê, Bîr Kino, Sedê û Meha, Susikê, Sarinc yên ji destê komên çeteyan hatin rizgarkirin. Di vê operasyonê de bi dehan çekdarên komên çeteyan hatin kuştin û tangek û bi dehan wesayîtên doça yên komê çeteyan hate rûxandin.
ŞER BELAVÎ KOBANÊ BÛ
Komên bi alîkariya dewleta Tirk û Sûriyê şerên heremê derbasî herêma rojavabaşûrê Kobanê kirin û xwestên bajarê Kobanê bi alîkariya komên xayîn ên Kurd dagir bikin. Van koman ji aliyekî ve ji aliyê Girê Sipî, başûr û rojavaya Kobanê xwestin kurdên wê heremê dorpêç bikin. Lê ev hewldanên wan bi berxwedaniya gel û YPG’ê hate pûçkirin û gundên berê di destê van koman de yên wek Dogurman, Ilacax, Qenayê û Çepilwêran Qurdînê, Qînê, Çeqel Wêran, El Boraz, Sehil, Zor Mexer hatin rizgarkirin.
BAJAROKÊ EBÛ RASÊN HATE RIZGARKIRIN
Şerên li Serêkaniyê li navbera Til Xelef û Serêkaniyê dijwar bûn û belavî bajarokê Ebû Rasên yê dikeve navbera Dirbêsiyê, Til Temir û Serêkaniyê. Piştî şerên du rojan li vê heremê bajarokê Ebû Rasên û gundên derdorê wê bi temamî hatin rizgarkirin. YPG ji bo parastina bajarok ê piraniya wan ji Ereban pêk dihat, tabûra bi navê Evdil Menaf Ednan ava kir ku pirraniya endamê wê Erebin.
YPG: 800 ÇEKDARÊN KOMÊN ÇETE HATIN KUŞTIN
YPG di daxuyaniya xwe ya 16 Tebaxê de encama şerên mehekê dabû diyar kirin ku di 800 çekdarên komên çeteyan hatine kuştin û 80 şervanê wan jiyana xwe ji dest dane.