Gund çawa û çima têne valakirin?

Gund çawa û çima têne valakirin?

Ji salên damezrandina dewleta Tirkiyê û vir ve, tinekirina çanda çandinî û koçeriyê, li gundên Kurdistanê weke stratejî û polîtîkayeke bingehîn hatiye pejirandin û meşandin. Bicihanîna vê polîtîkayê, bi sê pêvajoyan dikare were ravekirin.

PÊVAJOYA NAVBERA SALÊN 1923-50

Polîtîka û stratejiya bingehîn a pêvajoya salên navbera 1923-50 dagirkirina Kurdistanê bi leşkeran e. Ev yek jî xwe dispêre avakirina sîstema netew-dewletê. Bi vê armancê; bi zora leşkerî gund hatin valakirin û bi awayê fîzîkî û çandî komkujî hatin kirin. Bi plan û qanûnên dewletê re, bi awayekî vekirî dest bi valakirina gundan hatin kirin.
 
Di serî de zagonên weke Zagona kêmenetew a sala 1505 (1924), Takrir-i zagona Sukun; (4 Adara 1925), pilana Şark Islahat (24 Îlona 1925),  Kanuna Mecburi a Iskan (14 Xizîrana 1934), Kanuna Tunceli (25 Kanûna 1935) , gelek zagon û plan hatin derxistin. Dagirkirina cografyayî, civakî aborî û çandî ya bi zora rêveberî û leşkerî, di çarçoveya van qanûnan de hatin kirin. Valakirina gundên li Kurdistanê, parçekirina û belavkirina çêkera civak û eşîriyê, talankirina cihên weke bejayî, daristan û dewlemendiyen ser erd û bin erdê, bicikirina "Tirkan" li cih û warên hatine valakirin, qedexekirina çand û zimanê Kurdî, bi vê ve girêdayî destpê kirin.

Li gorî lêkolînên hatine kirin, di navbera salên 1923-50 de, li tevahiya Bakurê Kurdistanê, gund û eşîrên koçer hema hema nivê wan koç kirine û ev yek nîşan dide ku ew bi giştî belav bûne û hatine helandin.
    
PÊVAJOYA NAVBERA SALÊN 1950-1985

Gavên dewleta Tirkiyê yên ji bo ahengiya bi modernîteya kapîtalîst ji salên 1950'yî ve destpê dikin. Guhertina di sîstema dewletê de, bandorê siyaseta penabertiyê jî dike. Koçberkirina bi zora çek û qanûnan hat rawestandin. Di şûna vê de zor da eşîrên koçer ku bicih bibin. Di serî de aborî, serî li her rê û rêbazên zordariyê dan. Çandinî û sewalkarî li ser bingeha kapîtalîzmê endustriyel kir, guh neda binesazî û pêşvebirina gundan, bi navgînên mîna medya, huner, spor û perwerdeyê pesin û hewesa jiyana bajarvanî û ezezîtî hat dayîn. Bi zilm û zordariya jendermeyan re neçar hişt ku gundî bi xwe cih û warên xwe biterikînin.

PÊVAJOYA NAVBERA SALÊN 1985-2000

Piştî ku di sala 1980 de nekarî têkoşîna civakî ya bi pêşengiya PKK'ê têk bibe, dest bi polîtikayeke berfireh û sîstematîk a penaberî û sirgunkirinê kir. Hemû rê û rêbazên sirgun û koçberkirinê yên heta hingî hatibûn bikaranîn, hatin berhevkirin, li wan rêbazên nû hatin zêdekirin û bi vî rengî polîtîkayeke dijwartir a koçberkirinê hat meşandin. Bi vê yekê re dîsa dixwestin Kurdistanê ji Kurdan xalî bikin û Kurdan jî bikin 'tirk'. Lê vê carê, dagirker û mêtîngerî bi hev re hatin meşandin. Di vê çerçevê de, rêbazên zora çekan, serdegirtinên zagonî-leşkerî-çeteyan û tîmên teybet, cerdevanî, îlankirina herêmên leşkerî, şewitandina daristan-eraziyên çandiniyê-mal, gulereşandina gundan bi çekên giran, ambargoya xwarinê , kuştinên kiryar ne diyar, girtin, êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk, esas hatin girtin.

Di serdema hikûmeta ANAP-Ozal de valakirina gund û bajaran weke polîtîkayeke taybet hat meşandin. Di plana koçberkirina taybet a ji aliyê Ozal ve hat meşandin, eşkere dibû ka gund ji bo kîjan armancê û bi kîjan rêbazan werin valakirin. Mînak; “ji nifşê herî bi pirsgirêk destpê bikin, gundên li herêmên çiyayî û mezra bi şêweyekî gav bi gav pêwiste bêne valakirin. Bi valakirina herêmên çiyayî re wê rêxistina terorîst bihata îzolekirin. Divê hêzên parastinê tavilê li van herêman bicih bibin û kontroleke mayînde pêk bînin. Ji bo pêşî li vegera şêniyên herêmê were girtin, dikare li hin deverên diyarker, bendav werin çêkirin...."

Girêdayî vê planê, hewl hat dayîn ku gundên belavbûyî yên Kurdan li gundên navendî werin komkirin û bi vî rengî bên kontrolkirin. Di sala 1985'an de di çarçoveya peymanên bi dewletên Ewropayê re hat kirin de, bi taybetî ciwanên li herêmên girîng vexwendin Eewropayê û nifûseke mezin koçî Ewropayê kir. Cerdevaniya gundan jî ji nû ve hatiye rêxistinkirin.

REWŞA AWARTE (OHAL) Û VALAKIRINA GUNDAN

Di sala 1987’an de qanûna rewşa awarte derxist û li 19 bajarên Bakurê Kurdistanê xist meriyêt. Di sala 1990 de erka Walîtiya OHAL'ê zêde kir û rê li ber destdanîna ser erd, mal û milkên Kurdan vekir. Erk ji Walîtiya OHAL'ê re hat dayîn ku bi însiyatîfa xwe dikare wargehan vala bike. Tevî ku her sal di hejmara valakirina gundan de zêdebûn çê dibû jî, herî zêde di navbea aslên 1993-98'an de gund hatin valakirin. Der heqê koçberkirina vê demê de, daneyên nû tên nîşandan. Mînak; Waliyê OHAL'ê Necatî Bîlîcan li xwe mukur hat ku heta sala 1996'an bi giştî 2,785 gund û mezra ji aliyê hêzên dewletê ve hatine valakirin.

KHRP ya navenda wê li Îngilîstanê ye ragihand ku ji sala 1985'an û ve 3.000 gund û mezra hatine valakirin û di encama vê de jî 2,5 - milyon mirov ji cih û warên xwe mane. Baroya Amedê diyar kir ku heta dawiya sala 1997'an li herêmê bi giştî 3211 gund hatine şewitandin û valakirin.

Li gorî daneyên di dest de, ji sala 1985'an û pê ve nêzî 4 hezar gund, yanî hema hema tevahiya gundên li Kurdistanê hatine valakirin û nêzî 4 milyon gundî ji cih û warên xwe bûne.

PÊVAJOYA PIŞTÎ SALA 2000

Ji sala 2001’an şûnde, pêvajoya neo-liberal a veguherînê ya li Tirkiyê, di politikaya  penabertî-koçberiyê de rê li ber guhertinan vedike. Gefa vekirî û dijwarî dem bi tem hatin bikaranîn. Lê belê giranê li polîtîka û rêbazên bi bandor û sîstematîk hat dayîn.

Av, erazî û daristan ji bin destê civakê derxistin, xistin di bin berjewendiyê xeleka dewletê û şîrketên teybet de. 

Ajansên pêşvebirina herêmê, lawirvanî û çandiniya entegre, sektora enerjiye, bazirganî, bikaranîna jêderên ser erd-binerdê, berfirehkirina herêmên leşkerî, hîn bêtir ji bo vê armanca xwe bikar anî. Sîstema talan-şelandin û mêtîngeriyê bi vê rê û rêbazê hemû hebûyên xweza û civakê xist nava xwe. Bi taybetî, bendav weke yek ji projeyên herî zêde rê li ber zerarê vekirin, derketin pêş.

Nêzikatiya bikaranîna bendavan ji bo armancên koçberiyê, hînê ji destpêka avabûna Komara Tirkiyê ve hat pejirandin. Çêkirina bendava herî mezin a li gelemperiya Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê bi Kebanê destpê kir. Piştre Karakaya, Ataturk û bi çêkirina gelek bendavên din berdewam kir. Bi vî awayî pêvajoya heyanî sala 2000 bi sedema çêkirina gelek bendavan bi sedan gund hatin valakirin. Lê belê haya civakê jê tinebûn ku çiqas gund hatine valakirin û bendav rê li ber çiqas zerarê vedike.

Ji sala 2001 şûnde projeyên çêkirina bendavan berfirehtir bûn. Dîcle, Firat, Munzur di serî de hemû çem û rûbarên Kurdistanê, çêkirina bi sedan bendavan hat plankirin. Çend ji zerarên ku van bendavan rê li ber vekirine weha ye:

- Bendavên Karakaya, Kral Kizi, Batman, Dîcle, Ataturk û Ilısû, 700 gundên 9 bajar û 17 navçeyan vala kirin û bû sedem ku 300-400 hezar mirov koç bikin.

- Li gorî dane û encamên di dest de, tê dîtin ku bejdavên li herêma Kurdistanê rê li ber valakirina zêdeyî 2000 gundan û koçberkirina 2 milyon mirovan vekirine.

- Di bin navê çareserkirina zerarên bendavan de dewletê hin kar meşandin. Lê belê ev karên dewletê ti zerar tedarik nekir, berevajî hîn bêtir rê li ber zerarên giran vekir. Hin pêkanînên dewletê yên di vî warî de weha ne:

- Cihên ku dewletê ji bo mirovên gundên wan hatine valakirin veqetand, cihên bi kêrî çandinî û xwedîkirina heywanan nedihatin, ava wan bi kêr nedihatin û dûrî wargehan bûn. Maf ji gundiyan re nehat dayîn ku ji xwe re cihekî hilbijêrin.

- Rêjeya tazmînata ji gundiyan re hat dayîn, gelekî kêmî zerara li wan hatibû kirine. Dozên di vê derbarê de hatin vekirin jî, li hemberî gundiyan bi dawî bûn.

BI VALAKIRINA GUNDAN RE ÇI TÊ XWESTIN?

Valakirina gundan di çarçoveya plana tinekirina çanda gund û çandiniyê ya modernîteya kapîtalîst hat kirin. Li gel vê têgihiştinê, netew-dewleta T.C. hewl da Kurdan bihelîne û di şûna wê de neteweke yekperest a Tirk ava bike. Operasyonên valakirina gundan ê di vê çarçoveyê de jî, di warê çandî, aborî, leşkerî û siyasî de xwedî gelek armancan e.

1- QIRKIRINA ÇANDÎ Û RÛXANDINA EXLAQÊ

Çanda Kurdistanê li ser çandinî û lawirvaniyê derketiye holê. Valakirina gund û zozanên ku dergûşa vê çandê ye, hem qirkirina çandê bi xwe re tîne hem jî rê li ber qirkirinên cûreyên din vedike.

Gundiyê ku tê koçberkirin di heman demê de ji ax-av û hewaya xwe, ji dîroka xwe, bîranînên xwe, çand, ziman, folklor û ji hunera xwe, stran-çîrok-dawet û ji gelek nirxên xwe yên din tê dûrxistin. Koçberkirin, di heman demê de rê li ber tinekirina mejiyê vê çandê diafirîne û nirxên madî manewî derdixîne holê, vedike. Di vê mijarê de çend mînak dikarin werin dayîn;

- Miroven ku hatin koçberkirin, li cihên ku careke din nikaribin vegerin an jî negehine gund û warên xwe, hatine bi cih kirin. Bi vî awayî vegera wan hatiye asteng kirin, vîna wan a vegera ji bo gundên xwe, weke xeyaleke ku wê ti carî pêk neyê, di mejiyan de bicih bûye. 

- Li herêmên Kurdistanê yên di navbera salên 1923-50 û 1985-90 de hatine valakirin, ji Balkan, Efganîstan û ji welatên Sowyetê gelek mirov hatine bicihkirin. Ev mirovên ji derve, di serî de Serhed, Riha û Erzîngan, li gelek herêman hatine bicihkirin. Ji bo wan kesan axa herî bi bereket, teknîk û derfetên din hatine dayîn û weke civakên hevkarên dewletê, hatine birêxistinkirin.

-Navê gundan yên bi Kurdî hatin rakirin; li cihê wan navên ji bo biçûk xistina civakê, dewlet û Tirkîtiyê bilind dikin, hatine lê kirin. 

- Li her gundekî qereqol û dibistanek û li gelemperiya Bakurê Kurdistanê jî hejmareke zêde dibistanên şevînî (YÎBO) hatine çêkirin.

Koçberî, rê li ber têkçûna exlaqa civaka çandinî-gund-koçeriyê vekiriye. Di civakê de pênaseyên namûs û çandî hatine berevajîkirin. Mirov ketin wê rewşê ku rastiya gel û çanda xwe bi xwe înkar kir. Li aliyekî din jî ji ber pirsgirêkeke gelekî biçûk bi cîran, gundî yan jî mirovên xwe re ket rewşa xwîniyê.
 
2 - QIRKIRINA ABORÎ

Yek ji armancên bingehîn ên koçberî û sirgunê, qirkirina aboriyê ye. Siyaseta gundî bê ax kirin, ji salên damezrandina Komarê şûnda, weke siyasetekî dewletê ya hatiye ecibandin hatiye qebûl bûye. Bi rêyên vekirî û veşartî axên di destê gundiyan de, eraziyên hevpar ên gundiyan, herêmên daristanî û mêrgên wan hatine talankirin kirin. Hejmarekî herî mezin kirine malê saziyên dewletê. Beşek ji wan dane Kurdên desthilatdar ên herêmî ku li gel dewletê di nava hevkariyê dene û beşê din jî li ser navê leşker û rêveberên herêmî dane tapokirin. 

Di vê mijarê de; çiftlixaa dewletê a Serêkaniyê, li ser 2 milyon hektar erdî hatiye danîn û bi malê xwe li tevahiya Tirkiyê zeviyên çandiniyê yên herî mezinin. Eraziyên çandiniyê yên li herêma GAP'ê bi giştî jêdera wan ji bo rêveberiya GAP û di bin rêveberiya saziyên din ên peywendîdar deye. Di encama dabeşkirina eraziyan a ku bi şêweyekî pir bi baldarî hatiye çêkirin de, di destê gundiyan de ji bo ku nikaribe çandînî û lawirvaniyê bike bejahiyên biçûk û bê sûd hatine hiştin. Li gorî lêkolînên herî dawî li Kurdistanê ji derveyî deverên ku dewlet û şîrketên mezin xistine destê xwe, tenê cihên mane nêzîkî %90 e, şêniya herêmî nêzikî ji %7 di destê beşek yê civakê deye. Ji %70 ê gel bê ax mane. 

Di encama kampanyayên ku ji sala 1923 ve têne meşandin, bejahiyên daristanî yên li Kurdistanê rêjeya ji %75'ê wan kêm bûne. Bi zagona ku di 2013 de a 2B derxistin re dewlet û şîrketên sermedariyê, ev herêm derxistine bazara firotinê. Dîsa di nava vê salê de, bi zagona çêre ya ku bi şêweyekî dizî û ne diyar derxistine, bejahiyên ku cihê jêdera gundiyan a hevpare ji destê wan derxistine û dikarin bêne firotin. 

Derfetên gundiyan ji dest hatine girtin ku pêdiviyên xwe tedarik bikin. Axa wê, zeviyên wê, ava wê, dar, aş, kar, mal, lawir û hemû nirxên din ên wê yên madî hatine desteserkirin. Derxistina ji cih û war têrê nekiriye, di ser de jî bê kar, bê derfet, bê cih û bê aş hatiye hiştin. Li hemberî vê rewşê jî bê ku parastina wî ya sosyal û kar hebe, di şert û mercên herî zor de weke koleyan neçare kar bikin. Di ser de jî, dîtina kar ne ewçend hêsan e û ji bo karekî bibîne mîna ku ji devê şêr nan derxîne, li ber xwe dide.

3 - QIRKIRINA SIYASÎ

Çêkera eşîrî, di heman demê de di nava civaka Kurdistanê de bingehê rêxistinbûna polîtîke. Konfederasyonên eşîran ê bin hatina gel hev a eşîran pêk hatine, di roja me ya îro de jî hebûna xwe bi awayekî xurt dewam dike. Ev rastî, bi taybetî jî di çanda koçeriyê de gelekî xurt e û bi bandor e. Çêkera malbatê jî li gorî taybetmendiyên eşîrî û gund derdikeve pêş. Şêweyê malbatê yê girêdayî kurmancî ji destpêka sedsala 20’an ve belav bûye. Di Di nava civak û herêmên çanda Zerduştî lê hatiye parastin, rola ocax, pîrîtî, bav û kal, dayîktî diyarker e. Rêzdariya mezin ji bo mirovên bi temen û xwedî zanîst heye. Di çareserkirina pirsgirêkan de fikir û ezmûnên wan diyarin. Di rastiyê de rêxistina tarîkatî ya ku li bajaran derketiye holê li gundan jî xwedî giringiyekî mezine. Nêzikatiye dewletî, bi sinor hiştina pîvan û saziyan hebe jî, jin-dayîk di mijara polîtîk ya civakê de di rewşekî herî bi bandor deye. 

Ya ku jiyana rojane, aboriyê bi rêve dibe, dîsa jin-dayik e. Di çareseriya şer û pirsgirêkên din de gotina dawî jin dibêje. Dîsan jin aştiyê diparêze. Di rêya van rêxistinan de civak, jiyana xwe û têkiliyên xwe bi rêxistin kirine. Pêwistiyên xwe bi xwe tedarik dikin. Pirsgirêkên xwe çareser dike û bi xwe xwe bi rêve dibe. Yekitî û zindibûna xwe diparêze. 

Yên ku gund vala kirin û çanda koçertî ji holê rakirin, exlaqê polîtik yê civakê jî ji holê rakiriye. Yekitî û zindîbûna wan xira kirine. Sîstema rêveberiya wê ya cewherî û sazî, hatiye rûxandin.

Der heqê qirkirina siyasî de çend mînak;

- Zarokên di komkujiyan de malbatên wan hatine kuştin, ji aliyê burokrat û sûbayan ve hatine desteserkirin. Ji van veguherandin kesên bêwate û bê nasname, yên mayî jî li saziyên dewletê veguherandin sîxuran. Beşek ji wan jî xwe ji nava lepên sîstemê rizgar kirin û dest bi têkoşîna vegera li kok û rastiya xwe kirin.

- Malbat û mirovên di nava civakê de xwedî cih in û ji raperînan re pêşengî kirin, bi zorê yan jî bi pereyan ew kirin sîxur. Ji bo qirkirina siyasî, ev seferber kirin.

- Kurd parçe parçe li herêman bicih kirin, da ku belawela bibin û der heqê jiyana xwe de nebin xwedî maf.

- Li herêmên ku lê hatine bi cih kirin, ji aliyê dewletê ve her dem bi gumanbar hatine dîtin. Di bûyerekî herî biçûk de cezayên herî mezin jêre hatine dayîn. Li gel vên gelê herêmê jî bi şêweyekî neyînî li Kurdên ku li wir hatine bi cih kirin, mêze dike û heyanî car caran bi êrîşan re rû bi rû hatin hiştin. 

Weke encam jî valakirina gundên wan û tinekirina çanda koçeriyê, kiryarên ne ji rêzê ne. Stratejî û planên bingehîn ên hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên netew-dewletan e.