Gundê Çafa ji komên çekdar hate rizgarkirin
Gundê Çafa ji komên çekdar hate rizgarkirin
Gundê Çafa ji komên çekdar hate rizgarkirin
Gundê Çafa yê dikeve rojhilatê Serêkaniyê û di 14’ê Îlonê de komên çekdar ketibûnê, ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate rizgarkirin.
Hêzên YPG’ê li herêma Serêkaniyê operasyonên xwe yên li dijî komên çekdar didomîne. Piştî komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El Nusra ketin gundên Elok û Çafa, hêzên YPG’ê jî bersiva êrîşan da û operasyona paqijkirina van koman da destpêkirin. Piştî ku gundê Elok di 18’ê Îlonê de hate rizgarkirin, şevê din jî gundê Çafa ji komên çekdar hate paqijkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistine, operasyona YPG’ê ya li gundê Çafa şevê din saet di 23.30’an destpê kir û heta 02.30 dom kir. Di operasyonê de gund bi temamî ji komên çekdar hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina gund operasyona YPG’ê di navbera Çafa û Mişrafa de dom kir. Di vê operasyonê de jî 2 noqteyên çeteyan hatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di rizgarkirina gund û çalakiya piştî wê de 6 wesayîtên ku doçkayên 14.30 li ser bûn û 2 motorsiklet hatin desteserkirin, wesayîtek hate rûxandin, gelek cebilxane hate bidestxistin. Her wiha hate gotin ku gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate ragihandin ku pevçûn di navbera gundên Çafa-Mişrafa û Çafa-Dirdara dom dikin.