Gundê Elok ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Elok ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Elok ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Elok ê ku dikeve rojhilatê Serêkaniyê û 5 roj berê komên çekdar ketibû û êrîş pêk anîbûn, piştî şerên dijwar ji aliyê hêzên YPG'ê ve bi temamî ji komên çete hate rizgarkirin.
Li gorî agahiyên bidest ketine, operasyona ku hêzên YPG’ê 2 roj berê li dijî komên çete ên ku ketibûn gundê Elok dabû destpêkirin şevêdin bidawî bû. Hate ragihandin ku di encama şerên dijwar de komên çete gelek windahî dan, her wiha tangek wan jî hate rûxandin. Hate gotin ku piştî şerê ku heta şevêdin saet 02.00'an dom kir, hêzên YPG'ê komên çete ji gund derxistin û gund rizgar kir.
Derbarê encamên şer de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin. Hate gotin ku pevçûn li herêmên din ên Serêkaniyê cîh bicîh didomin.
Komên çete di 14’ê îlonê de ji aliyê Hesekê ve ketibûn gundên Elok ku piraniya şêniyên wê Ereb in û dest bi êrîşan kiribûn. Piştî komên çete hatin gund, hatibû gotin ku gelek endamên çeteyan jî, ji sînorê Tirkiyê derbasî herêmê bûne. Her wiha leşkerên Tirkiyê jî têlên sînor rakiribûn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dabû êrîşên çeteyan û şer û pevçûnan destpê kiribû.