Gundê Îlecax ji destên çetayan hate rizgarkirin
Gundê Îlecax ji destên çetayan hate rizgarkirin
Gundê Îlecax ji destên çetayan hate rizgarkirin
Di encama berxwedana YPG'ê de gundê Îlecax ê Kobanê ji destê çeteyan hat rizgarkirin. Di pevçûnên li gundên Sûsikê û Çelbê de jî 4 endamên komên çete yên El Qaîdeyê hatin kuştin.
Li gundên Qanaya,Îlacax, Bozan, Dugurman û Uwêta ku 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê, pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra duh bi şev destpê kirin. Hat ragihandin, di encama berxwedana YPG'ê de gundê Îlecaxê bi temamî ji destê çeteyan hatiye rizgarkirin û şerê li derdora gundê Qenaya jî dewam dike. Çavkaniyên herêmî dan zanîn operasyona YPG li vê heremê didome.
Ji aliyekî din ve hate hînbûn ku di şerên Sûsikê û Çelbê yên ji serê sibê ve dewam dike de, 4 endamê komên çete hatine kuştin.
Di şerê şeve din de jî li gundê Dugurman de wesayîtek El-Nusra hatibû rûxandin û 8 çete hatin kuştin.