Gundê Kordîne ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Kordîne ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Kordîne ji komên çete hate rizgarkirin
Hate ragihandin ku di pevçûnên ku li rojavayê Kobanê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên girêdayî Dewleta El-Îslamî/ El-Nusra de derketin de, gundê Kordîne ket destê YPG’ê.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li rojavayê Kobanê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de ku hefteyek beriya niha destpê kiribûn, hîn didomin. Hate diyarkirin ku pevçûn zêdetirîn li derdora gundên Qenaya û Kordîne û 30 kîlometre dûrî bajêr in, diqewimin. Hate ragihandin ku di pevçûnên îro de, gundê Kordîne ji komên çete hatiye wergirtin û ketiye destê hêzên YPG’ê.
Hate gotin ku pevçûn li dora gundê Qeneya didomin.