Gundê Sûsikê ji destê çeteyan hate rizgarkirin

Gundê Sûsikê ji destê çeteyan hate rizgarkirin

Pevçûnên li Kobanê, Girê Spî, Tirbespiyê, Çelaxa  dewam dike û şervanên YPG’ê gundê Sûsik bi temamî ji çeteyên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra rizgarkirin û kuştî û birîdarên  El-Nusera hene. Li Serêkaniyê jî bêdengî hebû.

GIRÊ SPÎ

Li gundê Sûsikê yê 10 kîlometrî dûrî Girê Spî (Til Ebyed) şevê din di demjimêrên derengî şevê de pevçûn di navber şervanên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra bi dijwarî rû dan. Di pevçûnên hata demjimêrên sibê dom kir de kuştî û birîndarên çeteyên El-Nusra çêbûn, her wiha şervanên YPG’ê Hawanek 120, Hawanek 80, 2 tivingên Almanî destserkirin û gundê Sûsik ji çeteyên El-Nusra bi temamî hate rizgarkirin.

Li gundê Çelbê ya 15 kîlometrî dikeve başûrê rojavayê Girê Spî pevçûnên di navber şervanên YPG’ê û çeteyên El-Nusra de dewam dikin. Di derbarê kuştî û birîndarên tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. Di pevçûnên li vê derê de çeteyên El-Nusera çekên giran bikar anîn.

KOBANÊ

Li gundên Qanaya,Îlacax, Bozan, Dugurman û Uwêta ku 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê, pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra duh di demjimêrên şevê de rûdan, çeteyên El-Nusera di van pevçûnan de çekên giran bikaranîn. Hate hînbûn ku di pevçûnên Dugurman de wesayîtek El-Nusra hate rûxandin û 8 çete hatin kuştin. Pevçûnên li van gundan hîn didomin.

RIHÊN ÇETEYAN JÊ DIKIN Û DERBAZÎ BAKURÊ KURDISTANÊ DIKIN

Çavkaniyê herêmî diyarkirin ku çeteyên El-Nusra birîndarên xwe radikin Tirkiyê. Hate gotin ku leşkerên Tirk ji komên çete dixwze ku rihên birîndaran jê bikin piştre wan derbazî sînorê Bakurê Kurdistanê dikin û wan di nexweşxaneyan de bicih dikin.

ÇELAXA

Li Gundê Qîra û Sefa yên li Rojavayî gundê Gurhok şevê din pevçûn di navber şervanên YPG’ê û çekdarên El-Nusra ku rêîş pêk anîn de derketin. Di pevçûnan de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

TIRBESPIYÊ

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, îro di demjimêr 09.30’an de pevçûnên di navber hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra li gundê Mazlûma ku li 22 kîlometrî li başûrê Tirbespiyê dikeve derketin. Pevçûn hîn didomin.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê şevê din bê dengiyek hebû, tenê carcaran dengê guleyan ji aliyê gundê Til Xelef û Esefer Necar dihate bihîstin. Ev bê dengî piştî rojekê ji çalakiya YPG’ê ya li gundê Til Xelaf ku dijî çeteyên El-Nusra pêk hat û di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate destserkirin.