Gundê Uwêniyê ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Uwêniyê ji komên çete hate rizgarkirin
Gundê Uwêniyê ji komên çete hate rizgarkirin
Piştî ku komên çete di saetên serê sibehê û piştî nîvro de êrîşî gundê Til Îd kirin, hêzên YPG’ê jî bersiv da û operasyonek paqijkirinê da destpêkirin. Hate ragihandin ku di operasyona hîn dom dike de, gundê Uwêniyê ji komên çete hate rizgarkirin.
Komên çete îro di saetên serê sibehê de êrîşî gundê Til Îd yê li başûrê Qamişlo kirin û xwestin bikevin gund. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û şer derket. Piştî bersivdayîna hêzên YPG’ê komên çete xwe paşve kişandin. Lê saet derdora 15.00’an de dîsa êrîş kirin.
Piştî ku komên çete xwestin ji gundên Becariyê, Uwêniyê û Rihêba Zahir êrîşî gundê Til Îd bikin, hêzên YPG’ê bersiva êrîşan da û li heman gundan operasyona paqijkirina komên çete dabû destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, di operasyonê de gundê Uwêniyê ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji komên çete hate rizgarkirin.
Hate gotin ku di operasyonê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Operasyona YPG’yê ya li herêmê berdewame û şerên dijwar didomin.