Gundiyan di ser şantiyên HES'ê de girt
Gundiyan di ser şantiyên HES'ê de girt
Gundiyan di ser şantiyên HES'ê de girt
Li gundê Çemêkur yê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ku 35 kîlometre dûrî Kanîreşê ye di ser şantiyeya HES'ê de girtin û bertekên xwe anîn ziman.
Welatiyên gundê Çemêkur, di ser şantiya HES’a bendavê ku 35 kîlometre dûrî navçeya Kanîreşê ye de girtin.
Koma 100 welatiyên gundê Çemêkur, di ser şantiya benavê de girtin. Karker û xebatkarên şandiyê jî derî li ser xwe girtin û derî li ser xwe kilît kirin. Karkeran bang li karkeran kirin û piştî leşker hatin şantiyê di navbera leşker û welatiyan de niqaş derketin. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û xwest qeymeqam bê şantiyê. Piştî qeymeqam hat û welatiyan daxwazên xwe anîn ziman welatiyan dawi li çalakiyê anîn.