Gundiyan nehiştin çete bikevin gundê wan: 4 çete mirin
Gundiyan nehiştin çete bikevin gundê wan: 4 çete mirin
Gundiyan nehiştin çete bikevin gundê wan: 4 çete mirin
Komên çekdar ên ku xwestin bikevin gundê Boraz ê Kobanê û sewalên gundiyan bibin, her wiha xeracê ji wan bistînin, rastî berxwedana gundiyan hatin. Gundiyên ku nehiştin çete bikevin gund, ji YPG’ê jî alîkarî xwest. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê mudaxele kirin û di pevçûnên heta niha te 4 êrîşkar hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, îro di saetên êvarê de komên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra xwestin bikevin gundê Boraz ê ku 35 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê. Komên ku hewldan sewalên gundiyan bibin û xeracê ji wan bistînin, rastî berxwadana gundiyan hatin. Gundiyan nehiştin êrîşkar bikevin gund û ji YPG’ê alîkarî xwest. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê çûn herêmê û mudaxeleyî komên çekdar kirin.
Hate ragihandin ku pevçûn ev 3 saete dom dike û heta niha 4 êrîşkar hatine kuştin. Pevçûn didome.