Gundiyên binarê Qendîlê dewleta Tirk giliyê Parlementoya Başûrê Kurdistanê kir
Gundiyên binarê Qendîlê dewleta Tirk giliyê Parlementoya Başûrê Kurdistanê kir
Gundiyên binarê Qendîlê dewleta Tirk giliyê Parlementoya Başûrê Kurdistanê kir
Heyetek ya binarê Qendîl îro bi Serokatiya Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê re hevdîtinek pêkanî û ji Parlementoyê daxwaz kir ku, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Qendîl şermezar bike û peyamek lezgîn ji bo rawestandina bombebaranan ji Tirkiyeyê re bişîne.
Îro heyet ya gundên binarê Qendîl û di nav de şaredarê binarê Qendîl Şêx Umer jî heyî heyetê bi Dîwana Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê re hevditinek çêkir, di hevdîtinê de bombebarana hikumeta Tirkan ya li ser gundên Qendîl hate nîqaş kirin. Heyetê rexne li Hikumeta Herêmê û Parlementouyê kirin ku heya niha li hember van êrîşan bêdeng mane. Hate xwestin êrîşên dewleta Tirk yên li ser gundên Qendîlê rûniştinek li Parlementoyê were li darxistin, zextê li ser hikumetê çêbikin û hikumet êrîşên dewleta Tirk şermezar bike.
Parlementerê Fraksiyona Goranê û endamê Parlementoya Kurdistanê Ferman Izedîn di derbarê hevdîtina heyeta Binarê Qendîl ya bi Serokatiya Parlementoyê re agahî dan çapemeniyê û da diyarkirin ku, beriya vê li ser daxwaza gundiyên binarê Qendîl me ji Serokatiya Parlementoyê daxwaz kiribû ku, li hemberî êrîşên hewayî yên dewlata Tirk yên li ser gundên binarê Qendîl ku gundiyan êş û azareyê dikêşin hewildanekê bikin û dawî li bombebaranê bînin.
Îbrahîm anî ziman ku, “Pêwîste Serokatiya Parlementoyê vê daxwaza me bigehîne Serokê Herêma Kurdistanê û Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê jî çareseriyekê ji binarê Qendîl re peyda bike. Ji ber ku binarê Qendîl ji ber sedema bombebarana artêşa Tirk nîvek şêniya wê vale bûye, ger çareseriyek neyê kirin dê gundî hemû gundên xwe berdin û ev jî dê rê li karesatek mezin veke.”
Izedîn aşkera kir ku, li ser vê yekê Serokatiya Parlementoyê ji me re ragihand ku, bila ji binarê Qendîl heyetek were çêkirin û serdana me bikin. Di vê hevdîtina li ser daxwaza gundiyê binarê Qendîl bi Serokatiya Parlementoya Herêm Kurdistanê re çêbûyî û di nav de Şaredarê Binarê Qenîl Şêx Umer jî heyî, Izedîn ragihand ku, Serokatiya Parlementoyê ji heyetê re daye diyarkirin ku, ew dê hewil bidin dawî li bombarana balefirên artêşa Tirk bînin û ji bo kêmkirina êşa û azareyên gundiyan xizmetê bikin.
Li ser navê heyeta binarê Qendîl jî Mamosta Abdurehman Mîn Îbrahîm axaftinek kir û destnîşan kir ku, me daxwaz ji Serokatiya Parlementoyê kir ku, bi lezgîn di parlementoyê de rûniştekê pêkbîne. Îbrahîm diyarkir ku, parlemento peyamek lezgîn bide Tirkiyeyê ku dawî li vê bombebarana li ser binavê Qendîl bîneku, ji ber sedema bombebarana artêşa tirk gelek xelkê binarê Qendîlê jiayna xwe ji dest da 3u gelek gund xirab bûn.