Ha ji we re Mahmut Akyildirimê 'welatparêz'!

Ha ji we re Mahmut Akyildirimê 'welatparêz'!

Aşkere bû ku Mahmût Akyildirim ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî YPG’ê de cih girt û hate kuştin, di nava Tevgera Hêzên Weparparêz a ku di bin kontrola leşkeran de li Amedê hatibû avakirin de cih girtiye. Hat diyarkirin ku Akyildirim piştre bi komên îslamî yên radîkal re têkilî daniye û yek ji 30 kesên ku ji Tirkiyeyê bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin bû.

Aşkere bû ku ji çeteyên li Serêkaniyê di şerê di navbera YPG û komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê êrîş dikin de hatine kuştin, yek ji navçeya Hênê ya Amedê ye û navî wî Mahmut Akyildirim e. Kesên li malbata Akyildirim geriyan, jê xwestin ku biçin cenazeyê xwe bigirin.

Li gorî çavkaniyên ANF’ê pêre hevdîtin pêk anîn, herî kêm 30 kesên ji Êlih û Çewlikê şandine Sûriyeyê. Çavkaniyê da zanîn ku Akyildirim bi komek ji Çewlikê re ev demek dirêj e ku di nava têkiliyên tarî de ye û ev agahî da:"Demekê li Amedê Tevgera Hêzên Welatparêz hebû. Di nava vana de hin kesên ji Çewlik û Amedê di nav de hebûn. Lê bi temamî di bin kontrola leşkeran de bûn. Niha jî bi navê tevgerên radîkal ên Îslamî tevdigerin.  Lê bi temam di bin kontrola leşkeran de ne. Ez dizanim ku komek ji Çewlikê du sal berê tevî leşkeran tevlî operasyona li herêma Xorxol-Şêx Cima  bûne. Bi dehan kesên ku sala par bi vî awayî çûn Sûriyeyê hene. Hin kesên ji bajarên rojava (Tirkiye) anîne û di bin navê ‘cîhadê’ de şandine. Evane bi temamî di bin kontrola leşkerî de ne."

Li gorî çavkaniyên Kurdan jî, gelek kesên mîna Akyildirim ji aliyê artêş û îstîxbarata Tirk ve şandine Rojavayê Kurdistanê. Hate diyarkirin ku dixwazin van kesan li dijî hêzên YPG’ê bi kar bînin.