Ha ji we re 'Tirkiyeya' ku komên çete li pişt xwe hiştine!
Ha ji we re 'Tirkiyeya' ku komên çete li pişt xwe hiştine!
Ha ji we re 'Tirkiyeya' ku komên çete li pişt xwe hiştine!
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojava ku di encama hewldana hêzên YPG’ê, komên Çete derketin û l pey xwe malên talankirî, xurekên ji Tirkiyeyê hatine û şuşeyên alkolê û ya balkêş jî nivîsa ‘Yekîneya Fetulah’ ya li diwar hatibû daliqandin derket.
Bi hezaran endemên çeteyên ku Tirkiyeyê organîze kir di 16’ê çile de li Tirkiyeyê û gelek bajarên Sûriyeyê bi çekên giran û tankan li Serêkaniyê êrîş pêk anîn. Yekineyên Parastina Gel k udi tîrmeha 2012’an de hate avakirin û di demeke kurt de artêşa xwe biryara wê girtin, 15 rojan li Serêkaniyê bi van koman re têkoşiya. Di dema van pevçûnan de hêzên YPG du ambulansên Fransayê, gelek çek û muhîmat desteser kir. Çeteyan wendahiyeke mezin da û vekişiyan taxên sînorên Tirkiyeyê. Koman daxwaza agirbest û hevdîtinê kir.
Gelek avahiyên ku komên çekdar bi armanca baragehê bi kar dianîn ji aliyê hêzên YPG’ê ve hat desteserkirin. Di dîmenan de bi awayekî vekirî tê dîtin ku ev xaniyên gel çawa hatine talankirin û jiyana wan ya di van xaniyan de tê nîşandan.
LI ALIYEKÊ JUJDE LI ALIYÊ DIN ALKOL
Ev komên ku gelek endamên wê ne ji Serêkaniyê û ji derveyê an jî ji herêmên cuda yên Suriyeyê hevû din nas kirine, tê dîtin ku xaniyên talankirine, dizaya kirine, depoyên vala kirine dibin Tirkiyeyê. Dêra Keldanî jî têde hemû nirxên pîroz rasî êrîşa wan hatine.
Di 4’ê Sibatê de di dîmenên gihiştine ANF’ê de tê dîtin ku xaniyên wekê starbûnê û baraghê tê biranîn bi amûrên ku ji Tirkiyeyê hatine, tije kirine. Di van amûran de derman, meşrubat, goşt hene. Xaniyên ku hatine dalankirin bi şuşeyên alkol tije bûn.
Her wiha li xaniyekê nivîseke bi navê ‘Yekîneya Fetullah’ balê dikişîne.