Hacer Zagros: Serhildana Qamişlo dîroka destpêka şoreşê ye

Hacer Zagros: Serhildana Qamişlo dîroka destpêka şoreşê ye

Endama Konseya Dîwana Serokatiya Kongra Gel Hacer Zagros diyar kir ku, serhildana li dijî komkujiya di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo pêk hat dîroka destpêka şoreşga Rojavayê Kurdistanê ye.

Zagros serhildana Qamişlo, komkujiya ku dewleta Sûriyeyê pêk anî û pêvajoya şoreşê ya Rojavayê Kurdistanê nirxand diyar kir ku, gelên li Sûriyeyê dijî  bi serhildana Qamişlo îro ji bo azadiya xwe bi dest bixînin têkoşîneke dîrokî dimeşînin.

Zagros got bi serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê bo gelê Kurd rupelek nû vebûye û ev rûpelê nû bi taybet bo Rojavayê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê girînge û got: “Ger îro li Suriyeyê şoreşek pêk ev ji serhildana 12’ê Adarê cuda nayê girtin. Serhildana Qamişlo hîmê şoreşa îro li Rojava pêk tê avêtiye. Di serhildanên Dêrsim, Koçgirî û Agiriyê de komkujiyên li dijî kurdan pêk hatine, serhildana 12’ê Adarê wan bersive.

Zagros destnîşan kir ku gelê Kurd di dîrokê de gelek caran rastî qirkirinan hatiye û got: “Berxwedanên gelê Kurd di dîrokê de hatine qebûlkirin.Li  dijî zilmê serî netewandine. Vê jî kîn û hêrsa gelê Kurd aniye qonaxeke nû. Êdî komkujiyên li dijî kurdan dîrok tevlî hev kiriye. Em dibînin ku serhildan û berxwedanên di dîrokê de pêk hatine hewl didin bi komkujiyan dawî bikin. Lê komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adarê bi serhildanan hat astengkirin.

Dijmin gelê Kurd wek xetereyek mezin dîtin.  Ev komkujî li dijî tunekirina gelê Kurd bû. Dijmin polîtîkayên qirkirinê meşand. Lê bi serhildanan ev zihniyet neçar dimîne ji holê rabe. Dewletê ji bo zihniyet û hebûna xwe bi parêze ev komkujî pêk anî.”

NIRXÊN NÛ YÊN BERXWEDANA KURDAN AVA BÛN

Zagros got rejîma Baas li Sûriyeyê bi pergala yek netew û yek zihniyet ya dîktaroriya burjuvaya biçûk xwe dimeşîne û got: “Îro jî Kurd li Rojava di rastiya xeta serokatiyê de xwedî îdeolojiyekê ne. Kurd xwedî tevgereke azadiyê ne. Kurd berxwe didin û têdikoşin. Kurd li Rojavayê Kurdistanê têkoşîneke mezin didin.  Nirxên nû yên berxwedanê yên gelê Kurd pêk hatin. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derdikeve. Dengê xwe bilind kirin û bi hezaran ciwanên xwe dan ser şoreşê. Bi hezaran kes bi awayekî aktîf tevli şoreşê bûn.

HER DÎWAREK DÊ ROJEKÊ HILWEŞE

Zagros wiha pê de çû: “Serhildana 12’ê Adarê li dijî rejîma Baas bû.  Kurdan rejîm qebûl nekir û serî hilda.  Gelê Kurd xwedî bawerî û hêzekê bû. Dewletê hesab kir ku  li dijî hêza kurdan komkujiyê pêk bîne dê bi serkeve. Rejîma Baas dîwarek wisa hûnandibû, digot qey dê tiştek pê neyê. Lê em îro dibînin ku di asta hilweşînê de ye. Gelê Kurd ev dîwar hilweşand.

Zagros got, di serhildana îro ya gelê Rojava de para serhildana 12’ê Adara gelek zêde ye û wiha got: “Serhildanê bandor li ser ereb, ermenî, suryaniyan kir.  Em serhildana gelên Sûriyeyê gelek girîng dibînin. Dixwazin bibin xwedî mafê xwe. Dixwazin hawireke aştiyane de bijîn. Ev çand û felse ji ku girtin. Bê guman ji gelê Kurd girtin. Ev ceserat ji ku girtin bê gûman ji gelê Kurd girtin.

KURD LI ROJAVA  PÊŞENGIN

Zagros destnîşan kir ku, gelê Rojava peywira şoreşê daye ser milê xwe û got: “Sedema ku kurdan ev peywir daye ser milê xwe, ne ji bo dewlet û hêzên serdeste. Ji bo jiyane azad û demokratîke. Kurdan xwe liser paradîgmaya serokatiyê rêxistin kiriye. Kurdan ev esas girtiye. Ji ber vê gelê Kurd ji hemû gelan re pêşengî kir.

Bi serhildana 12’ê Adarê çanda berxwedanê pêk hat. Vê jî ji bo Kurd îro pêşengiyê bike gelek bi bandor bû. Di têkoşîneke bê îdeolojî û bê pêşeng de serkeftin tune.  Gelê rojava jî ev ji keda 20 salan a Rêber Apo girtiye.

Şoreş di 12’ê Adarê de destpê kir. Divê gelê Sûriyeyê û Rojava xwedî li şehadetên serhilana Qamişlo derkeve. Ev jî bi yekitiyê pêkane.  Bi pergaleke demokratîk pêkane. Bi vê pergalê dikarin xwe bi parêzin. Ger hêza xwe bikin yek dê karibin li dijî êrîşan têbikoşin. “