Hay ji 3 Kurdên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin revandin nîne

Hay ji 3 Kurdên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin revandin nîne

Îşkence, girtin û zoriya rejîma Îranê ya li welatiyên Kurd kirin ên li Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Li gorî zanyariyên ku ketine dest 3 welatiyên Kurd ên li navçeya Bêhgolan ji aliyê Îtaalatê ve girtn û heya niha ti zanyarî ji wan nayê girtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, beri niha 3 welatiyên ên bi navê Cebar Rehîmî, Ferzad Îbrahîmî û Mesoud Rehîmî ku ji Dêhgolana Sinê ne, ji aliyê Îtlaatê ve hatin revandin û ew birin cihekî nayê zanîn.

Her çendî ku heya niha malbatên van 3 kesane serlêdana navenda parastin û rêveberiya Îtlaatê jî kiribin, lê heya niha ji malbatan re di derbarê van 3 kesên girtî de ti zanyarî ne hatine dayîn.
Rêveberiya Îtlaat heya niha ti daxuyaniyekî der barê van 3 kesên girtine de ne daye.