HDK û Halkevlerî gotin 'Rojava ne bi tenê ye'

HDK û Halkevlerî gotin 'Rojava ne bi tenê ye'

Li Enqerê, Meclîsa HDK û endamên Halkevlerî bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi pankarta bi nivîsa "Rojava di cejnê de xwîn digirî' bal hat kişandin ser komkujiyê.

Meclîsa Bajarê Enqerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi armanca şermezarkirina komkujiya li dijî Kurdên li Rojava tê kirin, li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberê HDK'ê yê Meclîsa Bajarê Enqerê Alî Ekber Çelîk daxuyanî da û diyar kir ku ji ber komkujiyên çeteyan ên li Rojava li dijî gelê Kurd û Elewiyan dikin, ew vê cejnê bi xemgînîn pêşwazî dikin. Çelîk bal kişand ser bêdengiya raya giştî û medyayê a li pêşberî komkujiya li Rojava û got, "Li Rojava, şebekeya El Nûsra zarokan dikuje, dest diavêje, lê hemû cîhan û medya bêdeng e. Gelê Kurd bi van neheqiyên mezin re rû bi rû tê hiştin."

Çelîk diyar kir ku ji ber piştgiriya ji çeteyan re, deshilatdariya AKP'ê ji kuştina her mirovekî li Rojava berpirsyar e û destnîşan kir ku di van şert û mercan de ew cejnê pîroz nakin.

Li dû daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û paşê endamên HDK'ê dawî li çalakiya xwe anîn.

Endamên Halkevlerî jî bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Alîkarê Serokê Giştî yê Haklevlerî Samût Karabûlût bibîr xist ku piştî civîna 70 endamên çeteyan a çend roj berê li Dîlokê hat lidarxistin, li Rojava komkujiyan rû dane û got, "Vana li mizgeftan fetwa didin. Dibêjin mal û namûsa Kurdan 'helal e'. Bi vî rengî mirovan dikujin. Vana dewama Îslama siyasî ne. Vana lehengên AKP'ê ne. AKP'ê li Gezî komkujî kir, ev jî li Rojava dikin. Ji heman mejiyî tên."

Piştî axaftinan, endamên Haklevlerî alîkariya ji pêdiviyên jiyanê ya ji bo Rojava kom kiribûn, birin dezgeha Ciwanên Welatparêz ên ku ji bo rojava dest bi kampanya piştgiriyê kirine û radestî wan kirin.